Xelkê Şengalê li dijî hewldanên PDK’ê û artêşa Iraqê daket qadan

Hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de dixwazin bikevin Şengalê. Xelkê Şengalê li hember vê hewldanê daket derve û diyar kirin ku rê nadin ku ev hêz derbasê Şengalê bibin.

Ji saetên sibehê ve liv û tevgereke berfireh a hêzên çekdarî yên PDK’ê û artêşa Iraqê li derdora Şengalê heye. Li ser van hewldanên PDK’ê xelkê Şengalê jî daket qadan û rêya sereke ya ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şengalê dibe girtin.

Ji serê sibehê ve li derdora Şengalê, bi taybet rêyên ku ji Başûrê Kurdistanê ber bi Şengalê ve tên, liv û tevgereke berfireh a çekdarên bi ser PDK’ê û artêşa Iraqê ve heye. Hate gotin PDK bi hinceta hilbijartinê dixwaze peymana dijî Şengalê bixe meriyetê.

Di rewşa heyî de, ji bo derbasî Şengalê bibin PDK bi hêzên xwe yên çekdar amadekarî kirine. Hêzên artêşa Iraqê jî li derdora Şengalê li gelek cihan belav bûne. Gel jî li ser rêyên sereke yên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şengalê dibin, kom bûne.  Bi taybet li ser rêya Tirbika ku ji milê Rabîa ve derbasî komelgeha Sinûnê dibe û her wiha li komelgeha Borik, gelê Şengalê kom bûye..

Çekdarên bi ser PDK’ê yên Qasim Şeşo jî di nav liv û tevgerê de ne û xwe li derdora mezargeha Şerfedînê belav kirine.

Gel li nuqteyên kontrolê yên asayîşa, meclîsa gel û rêyên sereke di nobeta berxwedanê de ne.