Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan kes li Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Hemû pêkhateyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşiyan û piştgiriya xwe ji bo gelên Rojava destnîşan kirin.

Meşê ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Di meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxisitn de, ji pêkhateyên Ereb û Êzidî yên Şengalê bi sedan kes tevlîbûn.

Di meşê de bê navber dirşûmeyên, “Bijî berxwdana Rojava” û “Şengal û Rojava yekin” hatin gotin.

Meşa Şengaliyan heta çerxerêya Mam Zekî ya Sinûnê dewam kir.

Li vir bi deqeyek rêzgirtinê Şehîdên di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne û hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin bîranin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Hevseroka Meclîsê  Xezal Reşo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, di serî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate şermezarkirin û banga lezgîn li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahiyê bigirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ne tenê li ser Rojava  li ser Şengal û Mexmûrê jî ev êrîş tên kirin. Di êrîşan de sivîlan dike hedef. Heta niha gelek sivîl şehîd bûne. Ev êrîşên berdewam tên kirin li ber çavê raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirova tên kirin. Mixabin heta niha li hember van êrîşan her kes bêdeng maye. Ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin pêwîste demildest raya giştî ya cîhanê bibe xwedî helwest. Ji bo Iraqê jî em bang li hikûmetê dikin, li ser van binpêkirinên dewleta Tirk kom bibe û biryarê bidin.”