Li Çiyayê Şengalê nobeda 'Parastina Destketiyan' dest pê kir

Xelkê Şengalê bi armanca parastina destketiyên xwe, li ber çiyayê Şengalê dest bi çalakiya nobedê kir.

Li dijî gefên hikumeta Iraqê yên ji bo destwerdana li Şengalê, xelkê Şengalê vê carê jî li çiyayê xwe dest bi çalakiya nobedê kir.

Li gel nobeda xwedîderketina li asayîşa Êzidxanê ku 121 roj in dewam dike, îro jî li herêma Çilmêra ya Şengalê çalakiya nobedê dest pê kir.

Şêniyên Şengalê serê sibehê berê xwe dan qadê û bi navê "Parastina destketiyan" dest bi nobedê kirin. Şengalî hîn jî ber bi herêmê ve diçin.

Hikûmeta Iraqê demek beriya niha gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê xwaribû û xwestibû heta 1'ê Nîsanê hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derkevin.

Li ser vê yekê jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi hemû sazî û dezgehên herêmê, oldar û rusipiyan re civiyabûn û biryara berxwedanê dabû.

MXDŞ’ê bal kişand ku hemû hewldanên wan ji bo çareseriya bi rêya diyalogê ye, lê eger îradeya wan neyê nasîn û bi ser wan de biçin, wê liber xwe bidin û banga parastina destketiyan kiribû.