Xelkê Şengalê li ber xwe dide

Xelê Şengalê yên ku naxwazin çekdarên PDK’ê bikevin Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Xelkê Şengalê li dijî hewldanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexda û bi taybet jî PDK’ê daketin ser rêyên sereke û dest bi çalakiyên rûniştinê kirin.

Ji serê sibehê ve hêzên çekdarî yên PDK’ê bi hevkariya hêzên Iraqê hewl didin bikevin Şengalê.

Duh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihandibû, eger PDK li dijî Şengalê bikeve nava hewldaneke bi vî awayî ewê li ber xwe bidin û parastina xwe bikin.

Li gorî agahiyan ji serê sibehê ve di serî de li Rabîa, Zaxo û gelek nuqteyên kontrolên yên di navbera Herêma Kurdistan û Şengalê de hêzeke zêde ya çekdarên PDK’ê kombûne û dixwazin bikevin Şengalê.

Li hember van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê ji bo parastina xwe hemû rêyên Şengalê girtin û di van kêliyan de gel li asayîşa Guhbel û Borik kombûne. Girse ku beşeke wê ya girîng ji dayîk û jinan pêktê li ser rê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.