Xelkê Şengalê êrîşên li ser Rojava şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ, komkujî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Jinê ya Azad a Êzidî (TAJÊ) êvara Pêncşemê li ber 'Parka Rêber Apo' daxuyaniyek da.

Di dema daxuyaniyê de gelek kes amade bûn. Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hevserok Nayîf Şemo daxuyanî da û got, "Em van êrîşên nemerdane yên li ser Rojava û pêşengên xwe şermezar dikin. Sedema esasî ya zêdebûna êrîşên li ser Rojava, hewldana ji bo pêşîgirtina li darizandina çeteyên DAÎŞ'ê ye. Em bi gelê Rojava re ne."

Şemo got, "Bila dijmin baş zanibe ku bi van êrîşan wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Ev fikrê ku bi îradeyeke azad afirî ye, wê bi ti hêzê ji holê ranebe."

Bi navê TAJÊ jî Riham Hiço axivî û got, "Di şexsê Yûsra û Rihan de em şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin. Armanca van êrîşên li ser pêşengên me yên li Rojava û Şengalê, qirkirina gelê Kurd û civaka Êzidî ye."

Hiço bi dewamî got, "Êrîşên li ser Rojava her oj zêde dibin. Her kes baş zane ku armanc ji van êrîşan astengkirina darizandina çeteyên DAÎŞ'ê ye. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê hatin darizandin wê rûyê rast ê dewleta Tirk careke din eşkere bibe."