Xelkê Şengalê bi biryardarî diçe ser sindoqan

Li Şengalê bi hinceta pirsgirêkên teknîkî û qutbûna ceyranê, dengdanê bi derengî dest pê kir. Tevî van astengiyan hemûyan jî xelkê Şengalê bi biryardarî diçe ser sindoqên dengdanê.

Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Saddam Huseyîn û destwerdana DYE'yê û vir ve cara pêncemîn e ku li hilbijartinên parlamentê pêk tên.

Dengdanê îro serê sibehê saet di 07:00 de li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Lê belê li Şengalê bi hin hincetan gel heta saetên dereng nekarî dengê xwe bide.

Li Şengalê 68 hezar hilbijêr li 52 navendan li ser 427 sindoqan li gel astengiyan jî dengê xwe didin.

Bi hinceta teknîk ji serê sibehê ve li Şengal û navçeyên wê 30 sindoq derveyî hilbijartinê hatine hiştin. 

Herî zêde li Şengal, Tilizêr û navçeyên wê astengî li pêşiya dengdanê hatin danîn. Li gorî agahiyên herêmî li gundê Xanasorê komên ser bi PDK'ê ve, her wiha yên Qasim Şaşo li pêşiya xelk astengiyan çêdikin û zext li wan dikin ku dengê xwe bidin PDK’ê.

Endama Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî diyar kir ku ev hincet hemû siyasteke qirêje li ser civaka Êzidî da ku vîna civaka azad bisernekeve û weke komployekî binav kir. Ferîde Şengalî got, "Weke her carê îro jî li ser me pîlanên gelek qirêj tên meşanin. Ew aliyên siyasî ku pişt van pîlananin wek PDK’ê bila bizanin ku em ê li ser sindoqan jî li ber xwe bidin. Weke jinên Êzidî jî tu car cih nadin wan kesên ku bazdane û pişta xwe dane me."

Tê gotin ku artêşa ıraqê û PDK ji serê sibehê ve kesên ku li kampan diman û Erebên Sinîne ku dema fermana 2014’an  li Şengalê bûn, wan anîne Şengalê ji bo ku dengê xwe bidin namzeta PDK'ê Doktor Macît.

Piştî ku astengî hatin rakirin xelkê Şengalê bi biryardarî berê xwe dan navendên dengdanê û dengê xwe bi kar tînin.