Xelkê Şengalê 21 roj in li pêşiya asayîşa xwe nobedê digire

Xelkê Şengalê li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, 21 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê nobedê digire.

Nerazîbûna xelkê Şengalê û civaka Êzidî ya li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de konê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hate vedan di roja 21'ê de ye.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê û nûnerên meclîs û saziyên sivîl ên Şengalê tevlî bûne.

Ji navçe, bajarok û gundên Şengalê jî xelkê herêmê serdana konê çalakiyê dike.