Xelîl: Tirkiye gefa herî mezin e li ser herêmê

Aldar Xelîl diyar kir, nepêkan e ku ew 'herêmeke ewle' ya bi kontrola Tirkiyeyê qebûl bikin û got, Tirkiye gefa herî mezin e li ser herêmê.

Berpirsyarê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser mijarên; daxuyaniya li ser 'herêma ewle', danûstandinên rêveberiya xweser bi hêzên navneteweyî û rejîma Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

DAXUYANIYA LI SER 'HERÊMA EWLE' NE DAXUYANIYEKE BI XÊR E

Xelîl bal kişand ser daxuyaniya Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku qala "herêma ewle' kir û got, "Em jî dipirsin bê wê ji kê biparêzin? Ji YPG û YPJ'ê, ya jî ji DAÎŞ'ê? Eger ev nêzîkatiya wan li dijî DAÎŞ'ê be, ji xwe DAÎŞ nemaye. Li dijî rejîmê be, ji xwe rejîm li vê derê bê bandor e. Lê eger li dijî YPG û YPJ'ê ve, wê çaxê ev mesele wê zelal bibe. Nikarin bêjim 'Em ê vê derê ji Tirkiyeyê biparêzin'. Ji ber ku Tirkiye komeke çekdar a ji rêzê nîne. Li dijî komên çekdar tedbîrên pratîkî dikare bê girtin. Lê eger tê xwestin ku Bakurê Sûriyeyê ji êrîşên dewleta Tirk were parastin, vê yekê dikarin bi biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya jî bi biryara NATO'yê dikarin bikin. Ji ber ku Tirkiye dewletek e. Ev jî tê vê wateyê; ev daxuyaniya 'herêma ewle' ne daxuyaniyeke bi xêr e ku rê li ber hêviyê veke. Gelek fikar û guman, gelek pirs di nav de hene. Pêwîste em vê mijarê bi xurtî binirxînin."

EM TI CARÎ 'HERÊMEKE EWLE' YA BI KONTROLA TIRKIYEYÊ QEBÛL NAKIN

Xelîl bi dewamî wiha bi mijarê daket: "Eger bigota 'Em ê herêmeke li firîna balafiran qedexe ye ava bikin', me yê fêhm bikira. Jİ ber ku balafirên YPG û YPJ'ê ji xwe nînin. Wê çaxê dikarîbû bihata gotin ku li dijî êrîşên hewayî yên dewletan wê tedbîr were girtin. Lê belê şêweyê nirxandina mijarê rê li ber fikaran vedike ku Trûmp û Erdogan li ser Rojava, Bakurê Sûriyeyê û rojhilatê Firatê li hev kirine, dixwazin planên xwe bi destê Tirkiyeyê pêk bînin û Tirkiyeyê li herêmê bi bandor bikin. Nepêkane ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'herêmeke ewle' ya jî 'herêmeke tampon' a bi kontrola Tirkiyeyê qebûl bikin."

DIVÊ HER KES FÊHM BIKE KU TIRKIYE GEFA HERÎ MEZIN E

Aldar Xelîl anî ziman, ji roja ku Trûmp biryara vekişandina leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê daye û vir ve, hevdîtinên wan dewam dikin û got, "Bi Emerîkiyan, Fransiyan, dewletên Ereb û hwd. re hevdîtin hatin kirin, hîn jî tên kirin. Heyet diçin û tên, heyetên me jî diçin. Em jî dixwazin ku di vê demê de helwesta pêwîst were nîşandan.

Ya girîng ew e; fêhm bikin ku cihê Tirkiye bikeve navê, ewlekarî pêk nayê. Divê fêhm bikin ku gefa herî mezin Tirkiye bi xwe ye. Tirkiye ti carî nikare garantiya ewlekarî û aramiyê bide. Ji ber ku Tirkiye bi xwe hevkarê DAÎŞ'ê û Cephet El Nûsra ye. Sûriye hilweşand. Li dijî îradeya gelan e. Dixwaze projeya demokratîk a Kurdan, Ereban û gelên din tine bike."

YEKANE TIŞTA KU DILÊ TIRKIYEYÊ XWEŞ BIKE, TINEBÛNA KURDAN E

Xelîl bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê û anî ziman, ji bo Efrînê bifetisîne û rêyên Reqa û bajarên din kontrol bike dixwazin Minbicê bi dest bixin. Xelîl got, "Yanî hedefa xwe ne tenê YPG, YPJ û PYD ye ku ew bilêv dikin. Planeke mezintir a dewleta Tirk heye ku dixwaze Mîsakî Millî pêk bîne. Emerîka jî li gelemperiya cîhanê hêzeke bi bandor e û berjewendiyên xwe diparêze. Niha ji me re hin giştên erênî dibêjin, ji bo kêmkirina fikaran û ji bo dilê me rehet bikin, hin tiştan dibêjin. Lê belê ev yek ji bo me têrê nake. Me ji wan re jî got; yekane tişta ku dilê Tirkiyeyê pê xweş bibe, tinebûna Kurdan e."

EM ÇARESERIYÊ JI BENDEWARIYAN RE NAHÊLIN

Berpirsyarê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, nabe ku ew li ser van gotinan siyasetê bikin û wiha dewam kir: "Li ser xaka me şoreşek pêk tê û em dixwazin destketiyên vê şoreşê teqez û mayinde bikin. Ji ber vê yekê, nabe ku em çareseriya li Sûriyeyê, çareseriya li Bakurê Sûriyeyê û Rojava tenê ji van bendewariyan re bihêlin. Mînak; niha jî hevdîtinên me bi Rûsan re dewam dike. Em nikarin tenê li gorî tweetên Trûmp tevbigerin. Bêguman gelekî girîng e ku em têkiliyên xwe yên bi Emerîkayê re biparêzin, bikin ku Emerîka bi me re be û di mayindebûna destketiyan de bi bandor be. Lê dubare bikim; em nikarin li bendê bisekinin ku ev yek ji ber xwe ve pêk were."

'EM Ê BI HÊZA XWE RÊ LI BER ÇARESERIYÊ VEKIN'

Xelîl bi bîr xist, wan di pêvajoya destpêkê ya şoreşê de gotin, 'Em ê çareseriyê bi hêza xwe pêk bînin' û wiha dewam kir: "Ji bo pirsgirêka Sûriyeyê em Sûriyeyî, em ê li çareseriyê bigerin. Eger hêzên navneteweyî alîkariyê bidin wê baş be. Eger Emerîka xwedî li soza xwe derkeve wê baş be. Mîna helwesta me ya destpêkê, em ê bi her kesî re hevdîtinan bikin, lê nebin aliyê kesekî. Em ê vê siyaseta xwe bidomînin. Hevdîtinên me yên bi Emerîkayê re wê timî hebin. Ji bo mayindebûna vê çareseriyê, ji bo kêmkirina gefên TC'ê, ji bo parastina herêmê, em kîjan karê ku destekê bide hêzên me, serketin û destketiyan biparêzin bike, ew ê baş be."

Xelîl anî ziman, ew ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û naskirina statuya xwe hewl didin û got, "Di vê nuqteyê de hevdîtinên me bi Emerîkiyan re jî dewam dikin. Bêguman em ê tenê li vir asê nemînin. Li gel vê yekê em bi welatên Ewropayê re jî di nava têkiliyê de ne. Dema bê, ji bo pêvajoya jinûve avabûnê, ji bo xurtkirina saziyan û parastina destketiyan, dibe ku ew jî xwedî rol bin."

DANÛSTANDINÊN BI REJÎMÊ RE

Aldar Xelîl li ser danûstandinên xwe yên bi rejîmê û Rûsyayê re got, "Çareserî divê bi Şamê re bê kirin. Ji ber ku rejîm hêza vê xakê ye, aliyekî esasî yê pirsgirêkê ye. Ji xwe ya ku li Neteweyên Yekbûyî Sûriyeyê temsîl dike, rejîm e. Li aliyê din, Rûsya hêzeke bi bandor e li Sûriyeyê. Li ser rejîmê jî bandora xwe heye. Li ser vê esasê me xwest bi Rûsyayê re têkiliyê deynin û em ê vê hewldana xwe bidomînin. Rûsan ji me re gotin, 'eger hûn bi hêzên rejîmê re tifaqê bikin, em ê aliyekî wê tifaqê bin'. Amadekariyên xwe yên di vî warî de jî nîşan dan. Diyar kirin, ji bo tifaqa bê kirin mayinde bibe, ew amade ne.

Eger em karibin bikin, ya jî di vî warî de pêşketinek çêbibe, em ê hewl bidin bi rejîmê re jî tifaqê bike û li rêyeke çareseriya pirsgirêkê bigerin. Lê belê ev yek wê ne weke nêrîna hin kesan be ku dibêjin, 'rejîm wê were, dîsa li her derê belav bibe'. Bila gelê me yê li Dêra Zorê, Reqa, Tebqa, Minbic û li her deverên din zanibe, em qebûl nakin ku rejîm weke berê bê û bikeve her derê. Di nava rejîmê de pêwîstî bi guhertineke demokratîk heye. Divê peymanek bê îmzekirin. Pêwîste rejîm qebûl bike ku li vir statu û rêveberiyek heye. Eger di hevdîtinan de rêvebirina xwe bi xwe ya herêma me qebûl bike, wê demê em ê karibin li hev bikin. Mînak, em dikarin li ser sînor li hev bikin. Leşkerên ku Şamê temsîl dikin dikarin sînor biparêzin. Lê belê ev leşker dikare ji herêmê bin. Yanî di vê mijarê de formulek dikare were dîtin."

DIVÊ EM HER TIM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVBIGERIN

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl bal kişand ser girîngiya amadekarî û hêza gel û got, "Şoreş ji bo serketinê pêk tên. Bêguman di nava zehmet û fedakariyan diafirin. Pêvajoya li pêşiya me, ji vê rastiyê ne dûr e. Ji ber vê yekê divê gelê me her tim amade be. Her tim bi ruhê seferberiyê tevbigere. Ji aliyê parastin, rêxistinbûn, aborî û hêza leşkerî ve xwe xurtir bikin û tedbîrên xwe bigirin."

BI BERXWEDANA XWE EM DIKARIN HEBÛNA XWE BIPARÊZIN

Aldar Xelîl got, "Bêguman gelê me gelekî şoreşger e, gelekî ku di nava şoreşê de ye. Bêguman wê bi ya kesî neke û li bendê nemîne ku Emerîka, Rûsya, Rejîm welatê me biparêze. Li wê difikire ku bi hêza xwe çawa dikare hîn bêhtir tiştan bike û em amadekariyên xwe dikin."

Xelîl diyar kir, eger ew amadekariyên xwe baş bikin, tişta herî nebaş sibe rû bide jî wê karibin bi berxwedana xwe xwe biparêzin û bi ser bikevin.