Xeleta Nobelê ya aktîvîstê Hindû hate dizîn

Xelata Nobêlê ya Kaîlash Satyarthî hate dizîn. Satyarthî 2014’an ji ber sedema ku li Hindîstanê li dijî xebitandina zarokan têdikoşiya xelat Nobelê wergirtibû.

Li gorî çapemeniya Hindîstanê xelat û sertîfîka ya ku Weqfa Nobelê dabû Satyarthî hatiye dizîn.

Tê gotin dema ku diz ketiye malê kesek l imalê nebûye û li gel xelat û sertîfîkayê çend tiştên giranbiha jî bi xwe re biriye.

Ti nirxê xelata Nobelê weke materyal nîn e. Nirxê xelatê jî li gorî kesê ku danê diguhere.

James Watson ku ji ber xebatên xwe yên li ser zincîra DNA’yê sala 1962’an xelat wergirtibû, beriya bi çend salan xelata xwe dabû ber firotinê û li New Yorkê yekî bi 4.1 milyon dolarî ev xelat kirîbû.