Xebatkarên tendirustiyê yên ku dewletê ew kuştibûn li Cizîrê hatin bibîranîn

Kedkarên tendirustiyê yên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin, li Cizîrê hatin bibîranîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin. Navçe bi mehan hatibû dorpêçkirin û şer qewimîbû. Di dema qedexeyê de endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) ya Cizîrê Azîz Yural dema dixwest alîkariya jinekê bike ji aliyê tîmên taybet ve hatibû kuştin. Her wiha kedkarên tenduristiyê Şehmûz Dûrsûn li navçeya Elkê ya Şirnexê di meha îlona 2015’an de û Eyûp Ergen li navçeya Cizîrê hatibûn kuştin. Her sê kedkarên tenduristiyê di salvegera 5’emîn de li ser gorên xwe ji aliyê SES’ê ve hatin bibîranîn.

Malbata Yural, Hevserokên Giştî yên SES'ê Selma Atabey û Husnu Yildirim, nûnerên Weqfa Mafê Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û nûnerên şaxan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Mêrdîn, Sêrt, Amed Şirnexê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bîranînê bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Hevserokê Şaxa SES'ê yê Cizîrê Umut Çîmen axivî. Çîmen, her sê kedkarên tendûristiyê bibîr anî û wiha got: "5 sal berî niha hevalê me di berdela ku jineke birîndar rizgar bike, hat qetilkirin. Em soz didin hevalê xwe ku em ê di rojên xweş bînin. Em ê mîrasa ku Azîz, Eyup û Şehmuz ji me re hiştin, xwedî lê derbikevin. Em ê ji bo her jiyanek ji me hat sitendin têbikoşin. Têkoşîna me ya li dijî xerabiyê wê wê bidome.”

Pişt re Hevserokê Giştî yê SES'ê Hûsnû Yildirim axivî. Yildirim jî bal kişand ser têkoşîna kedkarên tendirustiyê û wiha axivî: "Hevalê me dema ku dixwaze li kolanê jineke birîndar rizgar bike tê qetilkirin. Hevalê me peywîra xwe anî cih. Em soz didin Ezîz, Şehmuz û Eyûp ku em ê têkoşîna aştiyê, demokrasiyê mezin bikin. Di vê oxirê de em hevalên ku jiyana xwe ki dest dane bi rêzdarî bibîr tinin.”

Piştî axaftinan beşdaran qerenfîlan danîn ser gora Yûral û bîranîn bi dawî bû.