Xebatên namzetên HDP’ê bênavber didomin

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Qersê û navçeyên wê mal bi mal digerin û diyar dikin ku ew ê gel di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bidin polîtîkayên qeyûman.

Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê Şevîn Alaca di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana gundên Alpaslan û Halîtpaşa. Alaca li daxwazên şêniyên taxê guhdarî kir. Şêniyekî taxê got ku, “Rêyên me bûne wekî qulên mişkan. Her der bûye gol. Ji ber ku şaredarî peywira xwe nake, em nikarin di rê de bimeşin.”

Alaca jî diyar kir ku şaredarên niha nikarin Qersê bi rê ve bibin û got ku, “Li vê taxê ji ber heriyê em nikarin di rê de bimeşin. Gelê Qersê di van şertên xerab de dijîn. Em ê di 31’ê Adarê de ji van polîtîkayên xerab re bibêjin, êdî bes e. Gelê Qersê wê di şertên baştir de bijîn.”