Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi girseyî didomin

HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li gelek navenda çalakiyên girseyî lidar xistin. Di vekirina buro û hevdîtinên bi gel re peyamên piştgirî û têkoşînê hatin dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî êrîş, zext, destgîrkirin û girtinên ber bi hilbijatina 24’ê Hezîranê ve diçe û şûnde, niha jî astengiyên veguhestina sindoqan tên kirin. HDP’ê îro li gelek navenda bi girseyî çalakî lidar xistin.

QERS

Rêxistina HDP’ê ya Qersê namzeta parlemeteriyê Arzû Maco, Bariş Abdî Alinak û rêveberên bajar li gundên Çerme, Ardos, Verîmlî, Klocabahçe, Esenyazi, Aslaniz û Kuçukyûsûf ên girêdayî taxa Kurudere ya Qersê bi gel re civiyan.  

Gundiyan li vir gotin: “Dengê me ji bo kesên li dijî zilmê têkoşînê dike ye. Dengê me ji bo HDP’ê ye.”

ERZIROM

Li Erzirom a ku HDP’ li bendê ye ku parlemeterekê bi dest bixe, namzetên HDP’ê xebatên xwe bê navber didomîni. Namzetê parlemeteriyê yên bajar Mehmet Kasim Firat, Zelîha Dundar, Cemal Kara, Cuneyt Laleoglû û heyata li gel çûn serdana Qereyaziyê. Piştî ku esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yîyan kir û şûnde buroya hilbijartinê ya navçeya Qereyazî ya ku ji sedî 95 dengê wê yê HDP’ê bû hate vekirin. Piştî vekirina buroyê HDP’yî çûn serdana esnafan.

BEDLÎS

Namzetên parlemeteriyê ya HDP’ê yên Bedlîsê Mamût Celadet Gaydali, Zahît Mûtlû û HDP’yiyên li gel xebatên hilbijartinê ev 10 roj in bê navber dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de HDP’yî destpêkê bi gelê naveya Elcewaz re civiyan. Namzetên ku eleqeyek mezin hate nîşandan bi taybet ji aliyê esnafan ve germ hatin pêşwazîkirin. Piştî serdana esnafan û şûnde li Xelat û Şaredariya Ovakişla yê xebatên buroyê kirin.

AMED

Namzetên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel jî di nav de heyeta HDP’ê ya ji dehan kesan pêk tê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser rêya Ekîncîlerê ya girêdayî Yenîşehîrê serdana esnafan kir. HDP’yiyên ku belavokên hilbijartinê û wêneyên nazetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li esnafan belavkirin. Di serdanê de esnafana peyamên piştgiriyê dan.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP’ê ya bajar bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê Nûran Îmîr, Serdar Kunî, Huseyîn Koçmaz û Hasan Ozguneş li navçeyên Silopî, Cîzre û Hezexê bi karwaneke wesayîtan tûra bajar pêk anîn û namzetên parlamenteriyê dan nasîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî beşdar bû û namzetan li bajarokê Araban yê Hezexê li hev civiyan, piştre bi sedan wesayîtan li nava bajar tûr avêtin.

Tûra bajar a ku li navenda Hezexê destpêkirî li navçeyên Cizîr û Silopiyayê dewam kir. Gel bi dirûşmeya ‘HDP gel e gel li vire’ namzet pêşwazî kirin û namzetan jî gel silav kir. Karwanê wesayîtan ji aliyê dikandar û gelan ve bi nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazî kirin û li gelek cihan govend hate gerandin.

MÊRDÎN

Li navçeya Midyat a Mêrdinê jî buroya hilbijartinê hate vekirin û namzetên parlamenteriyê yên Mêrdinê yên HDP’ê Pero Dundar, Tûma Çelîk, Gulbîn Şahîn Daghan û Dilaver Înan jî di navde hevserokên HDP û DBP’ê yên Mêrdinê beşdarî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroya hilbijartinê heyeta HDP’ê li Bazara Midyadê geriyan û belavok belavkirin. Gel bi coşeke mezin namzetên parlamenteriyê pêşwazî kirin. Heyet ji bo vekirina buroya hilbijartinê piştre derbasî Qada Komarê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Mêrdinê Alî Sîncar axivî û wiha got; “Mîdyat navçeyeke ji hemû bawerî, çandan û gelan pêk tê. Tu caran ne bûye bingeheke take kesî. Gelê Mîdyatê wê roja 24’ê Hezîranê ji têgiha takekesî re bibêje raweste.”

Pero Dundar jî wiha got; “HDP Midyate. Divê ev desthilatdarî ji HDP’ê û vê bingehê bitirse. Ev îktidar li ser mirinê hebûna xwe didomîne. Ev îktidar ji ber vê çendê mehkumî hilweşandinê ye. Erdogan ji bo vî gelî tiştkekî baş tu caran nekiriye.”

Tûma Çelîk bi Suryanî axivî û wiha got; “Cara destpêkê ye li vî welatî bi zimanê Suryanî propagandaya hilbijartinê tê kirin. Vê îmkanê jî em dibin çatiya HDP’ê de dikin. Midyat navçeyeke ku Êzidî, Suryanî,Ereb û Gelê Kurd bi sed salan e lê dijî û kevnare.”

Piştî axaftina Çelîk Dayikên Aşitiyê bi çepîk û tilîliyan buroya hilbijartinê vekir.

WAN

Namzetên parlamenteriya HDP’a Wanê, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Tayîp Temel, Mûkaddes Karakoç û Asuman Yelmazer beşdarî mîtînga navçeya Erdîşê bûn û li ber Fabrîqeya Şekir a Erdişê hatin pêşwazîkirin. Konvoya bi sedan wesayîtan pêk hat li nava navçeyê tur avêtin û derbasî qada mîtîngê ya li Kolna Zeylan bûn. Bi hezaran kes qada mîtîngê tije kirin û bê navber dirûşme berz kirin. Namzetê  parlamenteriyê Tayîp Temel di mîtîngê de axivî û wiha got: “Jin û zarok hatin kuştin. Vê hişmendiya qirêk bi dehan car rûyê xwe yê rast nîşan da. Me komkujiya Zîlanê ji bîr nekiriye. Di sala 2011’an de li Erdîşê erdhejek mezin rû da. Kesên kavilên erdhejê nekarin ji holê rabikin, Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn girtin. Hişmendiya komkujiya Zîlan pêk anîn, qeyûm tayîn kirin û Dîba Keskîn girtin heman hişmendiye. Niha jî weke ku tu tişt nebûye, ji we dengan dixwazin. Gelê Erdîşê dê weke her çare rû dene van kesan.”

ÎDIR

Namzetên parlamenteriya HDP’a Îdirê Kiznaz Turkeli û Habîp Eksîk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdan gundan. Namzetên çûn gundên Kartal, Muç, Holgov, Erhaci yên girêdayî navendê, rastî eleqeyek mezin a gel hat. Zarokan di ketina gundê Ergaci de bi bîsîkletan HDP’î pêşwazî kirin.

Namzet piştî serdana gundan bi awaykê konvoy vegeriyan bajêr û li Taxa Konakli dest bi xebatên din kirin.

MÛŞ

Namzetên parlamenteriya HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mensur Işik, Şevîn Coşkun û Adnan Topçu çûn navçeya Kopê beşdarî xebatên hilbijartinê bûn.

Namzetên bi konvoyek dirêj a wesayîtan çûn navçeyê, rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Namzet Gulîstan Kiliç Koçyîgît xîtabî gel kir û wiha got: “Tenê rastiyeke vê hilbijartinê heye. Hikûmeta AKP’ê ku nikare welat birêve bibe û her roj welat ber bi tarîtiyê ve dehf dide, dixwaze xwe xelas bike. AKP tenê hesabê vê yekê dike. AKP û MHP dê di 24’ê Hezîranê bi biryara girtin, wê bi xwe biçin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, namezet çûn serdana dikandaran. Di serdanên hatin kirin de dikandara gotin ku vîna wan di 7’ê Hezîranê de nîşan dayîn, wê dîsan di sindoqan de nîşan bidin.”