Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li Wanê didomin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Di çarçoweya xebatan namzetên HDP'ê de serdana gundan û esnafan hat kirin.

Ber bi hilbijartina xwecih ve xebatên hilbijartinê yên HDP'ê jî zêde bûne. HDP'yî îro jî li gelek navçeyên Wanê bi gel re hatin cem hev.

Nametên Hevşardariyên yên navçeyên Wanê yên Seray, Artemêt, Westan, Îpekyolû û Bêgirî di çarçoweya xebatên hilbijartinê de serdana esnafan kirin û çûne gundan, bi gel re hatin cem hev. Gel bi dilgermî namzetên şaredariyê yên Wanê pêşwazî kirin.

Namzetan diyar kirin ew ê 31'ê Adarê qeyûmên ku şaredariyên wan desteser kirine bişînin û Şaredariya gel ava bikin û gotin, 'Şaredarî ya gel e''.