Xebata Tifaqa Kurdistanî ji bo erdhejzedeyan banga alîkariyê kir

Xebata Tifaqa Kurdistanî têkildarî erdheja Xarpêt û Meletiyê daxuyanî da û ji bo mexdûrên erdhejê banga piştgiriyê kir.

Xebata Tifaqa Kurdistanî jî têkildarî erdhejê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kir.

Daxuyaniya bi sernavê “Em banga piştevaniya mexdûrên erdhejê li gelê xwe dikin!” wiha ye:

“Navenda navçeya Xoxê ya Xarpêtê, bi pîleya 6.8’an erdhej pêk hat û di erdhejê de 41 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, hezar û 600 mirovên me jî brîndar bûn. Em ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê û ji brîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Ligel astengkirina alîkariyan a desthilatdariyê jî em bang li gelê xwe dikin û dixwazin alîkariyên xwe bidomînin. Vegerandina alîkariyan a Şaredariya Erxeniyê ya 2 kamyon alîkarî ku bi daxwaza desthilatdariyê ji hêla Walîtiya Xarpêtê ve pêk hatiye skandalek gelek mezin e! Em hişmendiya qedexekar a ku dibêje bila Kurd di roja tengasiyê de jî alîkariya hev nekin û vê yekî wekî ‘Kesên perçebûnê dixwazin’ pênase dikin û asteng dike em bi tundî şermezar dikin.

Ligel ku zanyaran têkildarî Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatolyayê hikûmet û rêveberên herêmî hişyar kirin jî mixabin erdhejek wekî ya Stenbolê rû da. Yanî piştî erdhejê tedbîr û ewlehî hat bîra desthilatdariyê.

Gotina Prof. Dr. Nacî Gorur a wekî ‘Di demên borî de têkildarî erdheja Xarpêtê min gelek Konferans li dar xistin, min got Xarpêt û gundên wê ji bo erdhejê amade bikin. Têkildarî vê mijarê pirtûk jî hatin çapkirin lê mixabin dîsa jî tiştek nehat kirin. Yanî wekî ku li Stenbolê kirin.’ Mirovan dide fikirandin û balkêş e.

Gotina; Erdhej buyerek xwezayî ye û ji bo encamên wê negirtina ewlehiyê jî rûreşiya rêveberiyê ye. Birêvebirina polîtîkayên bajarvaniyê yên ji bo rantê aşkere sûcê erdhejê ye. Desthilatdar li şûna ku beriya erdhejê ewlehiya mirovan bigire, gel arasteyî qederperestiya kor dike.

Dîsa ji ber tê zanîn ku em li ser xeta fayê dijîn, divê bo pêşî û dawiya erdhejê gel di perwerdehiyê re bê derbaskirin. Ji ber ku peyvira dewletê tenê ne komkirina vergiyê û cezakirina gel e."