'Xanesor cihê herî ewle yê Şengalê ye'

Êzidiyên ji kampên penaberan ên li Başûrê Kurdistanê vedigerin Xanesorê dibêjin, Xanesor cihê herî bi ewle yê Şengalê ye.

Piştî fermana 73'an a sala 2014'an a li ser civaka Êzidî ya li Şengalê bi hezaran malbat koçber bûn. Gelek ji malbatên Êzidî berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Bi rizgarbûna Şengalê û gundewarên wê re, êdî rojan malbat vedigerin axa xwe ya pîroz. Malbatên ku berê xwe didin Şengal û gundên xwe li gund û cihên bi ewle bi cih dibin. Yek ji van cihên herî bi ewle ku gel xwe lê digire bajarokê Xanesorê ye, ku di sal a2014'an de hate rizgarkirin û niha ji aliyê YBŞ û YJŞ'ê ve tê parastin.

Yek ji van malbatên vegeriya ye Xanesorê malbata Xelîl e ku 23 kesan pêk tê û ji kampa Bacidê Kendala vegeriya ye.

Husên Xelîl li ser vegera xwe ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku ew ji gundê Gir Izêr e, lê belê ji ber ku gundê wan hatiye talankirin, xwe li Xanesorê girtine.

Xelîl têkildarî çûna dîtina gundê xwe ev tişt anî ziman: "Ez çûm mala xwe ya li Gundê Gir Izêr bibînim. Dema çavê min pê ket çeteyên DAIŞ'ê tiştek bi tiştekê ve nehiştiye. Her der şikandibûn û hilweşandibûn. Mala me weke mezargehekê lêhatibû, mezargeheke bê zindî."

Husên Xelîl destnîşan kir ku ew ji Kampa Bacidê hatine û wiha got: "Me bajarokê Xanesorê ji hemû gund û cihê din bi ewletir dît ku em hatine vir. Di aliyê ewlehî, ximetguzarî de jî pir baş e. Em di wê hêviyê de ne ku sazî û rêxistinên li Xanesorê alîkariyê bide me."

Herî dawî jî Xelîl ev bang kir: "Ez hêvî ji gelê xwe dikin bila vegerin ser warê xwe. Ew kamp cihê mirinê ne. Mirin jî be bila li ser xaka me ya pîroz be. Şengal cihê bav û kalê me ye, merqebê me yê herî pîroz e. Divê em ji kampan berê xwe bidin xaka xwe. Eger ku nikaribin biçin gundên xwe bila bên Xanesor û Sinûnê cihê bi ewle."

Azad Husên jî diyar kir ku ew jî ji Kampa Bacîdê ya Başûrê Kurdistanê hatine û wiha got: "Xaka Başûrê Kurdistanê ne war û milkê kes ji me ye. Dema em li nav kampan bûn elektirîk nebû, stara me tenê ew konê li ser serê me bû. Me hew qedad em vegeriyan ser cihên xwe."

Azad Husên destnîşan kir, ku wan ku wan gelek zorî û zehmetî li kampan dîtine, ji avê heta pêdiviyên herî biçûk ên jiyanê, ji her tiştî bêpar hatine hiştin û got, ya girîng vegera li cih û warên xwe ye.

Husên herî dawî bang kir û got, "Em hatine ser mal û milkên xwe û parastina ax û welatê xwe bikin. Eger sed sal jî derbas bibe em li kampan bijî dawiya dawî her vegera ser warê xwe ye. Ji bo wê divê gelê me bere xwe bide Şengalê."