Wêranşar: Ji bo grevên birçîbûnê bi berpirsyarî rabin!

Rêxistina Navçeya Wêranşarê ya HDP'ê çalakgerên grevên birçîbûnê slav kir, bal kişande ser rewşa krîtîk a Leyla Guven û got, ''Divê derdorên çepgir û rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin''

Rêxistina Navçeya Wêranşarê ya HDP'ê ji bo balê bikişîn ser grevên birçîbûnê li ber avahiya partiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniya çapemeniyê de Wekîla Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên partiyê û gelek kes hazir bûn. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan û Hevseroka Navçeyê Rûkiye Dekak axivî, got, rewşa Leyla Guven her ku diçe giran dibe, tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê demildest dawî li tecrîdê were.

'KRÎZ BI TECRÎDÊ GIRANTIR DIBIN'

Wekîla Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu jî got, Leyla Guven ji bo ku aştî were têkoşîneke bêhepa die, Guven tevahiya jiyana xwe li ser têkoşîna azadiya  Kurdan kiriye û niha jî, xwe daye mirinê û di têkoşîna azadiyê de li refa pêş e. Surucu her wiha got li Tirkiyê krîza aborî û siyasî heye û ev krîz bi polîtîkaya tecrîdê girantir dibin.

Surucu bang li rewşenbîr, demokrat, pêşverû û derdorên çepgir û sosyalîst kir ku bi berpiryarî rabin.