Wêneyên hovîtiya li gundên Nisêbînê

Li gundê Xerabê Bava û Talatê, hovîtiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin ji aliyê parlemeterên HDP’ê ve hatin belgekirin.

Heyeta HDP’ê, piştî qedexeya li ser gundên Xerabê Bava û Talatê hate rakirin û şûn de li gund lêkolîn dan destpêkirin.

Qedexeya derketina kolanan li gundê Xerabê Bava 19 roj û li gundê Talatê jî 9 rojan dom kir. Parlemterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ê di nava heyetê de li gund lêkolîn kirin got: “Piştî qedexeya kolanan a li ser Cizîr û Nisêbînê rabû û şûnde di çi rewşê de bûn, ev her du gund jî di heman rewşê de ne.” Aslan di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Êxur û mal bi hemamî hatine şewitandin. Li gelek malan cihên pir guleyan hene. Qalikên bombeavêj û guleyên wê hê jî di nava hinek mal û kolanan de ne.”

ŞOPÊN HOVÎTIYÊ…

Aslan ê ku dîmenên 7-8 malên hatî hilweşandin kişandine û wiha got: “Di êxurande termên lawirên ku hatibûn jehrîkirin yan jî xeniqî hebûn. Aslan diyar kir ku bi taybet lawirên ducanî ji aliyê leşkeran ve hatibûn kêrkirin û got: “Ferxikên lawirên ducanî hatibû derxistin. Gelek lawirên ku hatibûn parçekirin hebûn.”

Aslan diyar kir ku di dema dorpêçê de gundî hatine êşkencekirin û wiha pê de çû: “Ji bo leşkeran bi zorê zarokên keç ên 13-14 salî xwarin amadekiribûn. Zarok pir tirsiyabûn. Gundî tev di nava tirs û fikarê de ne. Hê jî ditirsin naxivin.”

Aslan destnîşan kir ku li gundê Talatê jî lêkolîn kirin û anî ziman ku 5-6 mala bi temamî hatine hilweşandin û şewitandin. Aslan diyar kir ku gelek mal aliyê pêş bi tevahî hatiye hilweşandin, li wir jî termên lawiran hatine dîtin. Aslan ê HDP’yî, diyar kir ku malên dîrokî jî hatibûn texrîbkirin.

Parlemetera HDP’ê ya Dîlek Ocalan a di nava heyetê de cih digirt wêneyên hovîtiyê li ser hesabê xwe yê twîtterê parvekir.