Berî çend rojan leşkerên Tirk li gundê Mişrefê yê navçeya Licê ya Amedê operasyon dabûn destpêkirin. Welatiyên li zeviyên xwe dixebitîn bûbûn hedefa guleyên leşkeran û yek jê giran 3 kes birîndar bûbûn. Her wiha derket holê ku leşkerên Tirk bi êşkenceyê yek ji birîndaran kuştiye. Wêneyên dema hovîtiya leşkerên Tirk hatin dîtin.
Yek ji birîndaran Munîr Serîn e ku li ber deriyê mala xwe di encama gulereşandinê de birîndar bû û malbata wî ew xiste hundirê xanî. Wêneyê dema birîndariya Serîn derketin holê. Ji welatiyên bi cotkariyê debara xwe dikin Munîr Serîn ê 32 salî, piştî ku vegeriya malê bû hedefa guleyên leşkerên Tirk. Walîtiya Tirk a li Amedê, Serîn û gundiyên din ên bû hedefa êrîşa çekdarên dewletê weke 'hevkar' pênase kir. Malbatê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walî da û eşkere kir ku Serîn sivîl e û wêneyên dema birîndariyê jî derketin holê.
Hevjîna Serîn Şîlan Serîn da zanîn ku leşkeran ew jî gulebaran kirine û leşkeran ji wan re gotiye ku "Em ê zarokên we jî bikujin", gef û çêr li wan kirine. Serîn destnîşan kir ku wan ji leşkeran ambulans xwestine, lê bi saetan hevjînê wê bi birîndarî rawestandine û êşkence li wî kirine.
WÊNE DERKETIN HOLÊ
Di wêneyên ku derketine holê de, malbata Munîr Serîn wî dixe hundirê xanî û hewl dide birîna Serîn bipêçin. Serîn bi saetan di nava xwînê de li erdê dirêjkirî dimîne û wî ranakin nexweşxaneyê.
Hêzên dewleta Serîn bi birîndarî girtin bin çavan û bi rojan e nayê zanîn li ku derê ye.