Wêneyê dilsoziyê: Brûsk Reşît

Brûsk Reşît ku ji rêça welatparêziyê ya malbata xwe karîger bû, 2008'an tevlî nav refên şoreşê dibe û heta gava şehîdbûnê bi bawerî û bi vîn li dijî dijmin şer dike.

Di dilê gelê Kurd de gerîla û çiya hezkirineke wiha ne ku ji hev qut nabin. Bi hezaran sal in li wan çiyayan ku li dijî zilmê xwe spartinê, ji bo ku bi rengê şervanên azadiyê têbikoşin, xeyala bi hezaran dilêrî xemilandine van çiyayan. Bi deh hezarên din, li axa pîroz a welatê me, tenê ji bo ku rojeke xwe jî li van çiyayên azad derbas bikin, hazir in ku canê xwe bidin. Çiya weke tilismekê kesên ku dilê wan bi bêrîkirina azadiyê û welêt dişewite ber bi xwe ve dikişînin. Bedenên ciwan li çiyayan bûne xwedî bawerî û vîn, bûne şervanên azadiyê yên têkneçûyî.

Çiya tim bûne kana xeyal û hêviyan. Hêviyên xweşik û dawîlênehat lê zîl didin, çîrok mezin dibin li van çiyayan. Çîrokên zarokên çiyayî. Çîroka zarokên çiyayî dirêj û biêş e lê ew çend jî hêja ye ku mirov bijî.  Ev xakên ku gelek leheng gihandine bi xwîna yên ku di şer de leheng in hatiye avdan. Ziman nekariya bigeriya û qelemê nekariya binivisiya van êşan. Qubbeya ezmên bêziman maye li bara serê wan ên ku diketin erdê lê şerê lehengan li bara yên leheng bidawî nebûye û heta hetayê jî wê bêdawî nebe.

Ji zarokên çiyayî yek jê jî Şehîd Brûsk Reşît e, ku mîrateya xwe ji peyrevên xwe re hiştiye. Brûsek Reşît yek ji zaroyê dilêr ê Mêrdînê ye, ji Mêrdînê ya ku mesekê gelek dilêran e, ji her reng, zimamn û nîjadî mirovan ew ji xwe re kirine wan. Dibêjin, ''Divê zaroyekî mezin bikî, di şer de divê dilêr be'', Brûsek Şehîd jî yek ji wan dilêran e. Helwesta wî ya ku bawerî dida mirov û gotina wî aramî û ewlehî dida yên li dora wî. Brûsk Reşît dibû wêneyê dilsoziya jidil û ew wêne bi jiyanê re dibû yek.

 XWE DA AZADIYÊ

Hevalekî wî yê têkoşînê û her wiha di bin fermandariya wî de wiha behsa Şehîd Brûsk Reşîd dike: ''Min heval Brûsk 1016'an nas kir. Fermandarê yekîneya me bû. Bi qasî 1,5 salê em bi hev re man. Di vê demê de ez gelek tiştan jê hîn bûm. Di nav xwe de me ji Brûsek re Yahûdî digot. Ne ji ber ku Yahûdî bû. Ji ber ku li Israîlê ambû me ev nav lê kiribû. Yek aliyê xweş yê heval Brûsk ew bû ku bi her kesî re têkiliyeke xweş datanî. Zarok, ciwan an jî yixtiyar bi her kesî re têkilî datanî û bi bîreweriya berpirsyariya şoreşgerî hewl dida ku tiştin bidaya dora xwe.''

Nexasim li bara ciwanan bêhtir bihistyar bû. Ji bo ku ew bi dest ve bianîna tim civat bi wan re datanî, hewl dida ku wan fêhm bikira û bêhtir bi nav têkoşînê ve bikişanda. Yek ji armanca wî ya mezin î ew bû ku ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîla bibûna. Carinan dema ku me civat dikir digot, ''Divê ciwan tevlî nav refên gerîla bibin. Li şûna ku di nav pergalê de bimînin û birizin tevlêbûna wan a li nav têkoşîna gerîla ku dikarin di ber de şer bikin, li djî paşverûtiya pişivî ya pergalê wê, dive zanibin wê bibe bersiva herî mezin.''

Yek ji xisletê dî yê heval Brûsk ew bû ku ew azwerî û hewldana wî ya ji bo bicihanîna berpirsyariyên şoreşgerî bû. Fermandarê yekîneyê bû û ji bo ku berpirsyariyên xwe bi cih bianiya hewl dida tişta ku ji dest dihat bikira.  Xweş pê dizanîbû ku diviya çawa nêzîkatî li her hevalî bikira. Fêhmkirina wî ya empatiyê pir geş bû. Bi zor an jî zextê otorîte bi dest nedixist. Jê dihate hezkirin û hurmet didanê. Di dilê hevalê xwe de yên di bin berfandariya wî de cihê xwe ava kiribû.''

Brûsk Reşît ku bi kesayatiya xwe ya şoreşger çi devera ku çûyê bandor li ser mirovan kirî, 2017'an diçe Botanê. 30'ê Tîrmeha 2020'an bi êrîşeke heawyî li gel hevrêyê xwe yê li cem nemir dibe Brûsk Reşît.

Nasnav Brûsk

Nav Paşnav: Seyîdxan Acay

Cihê Bûyinê: Mêrdîn

Navê Dê û Bav: Rûkiye-Selahattîn

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 30'yê Tîrmeha 2020'an /Gabarê