Welatparêzên demokrat û rêberên xwezayî biçin ser kar!

Di têkoşîna li hemberî hêzên dagirker û qirker de gelê herî xwedî zanist û tecrubê gelê Bakurê Kurdistanê ye. Ti kes nikare vê rastiyê înkar bike. Ev gel dikare bendên faşîzma AKP-MHP hilweşîne û derbas bike. 

Newroz nêzik dibe. Em vê Newrozê bi berxwedana Efrînê ya dîrokî pêşwazî dikin. Gelê Kurd li Rojhilat, Başûr, Rojava, Bakur û li derveyî welat ji bo piştgirî bidin berxwedana Efrînê li ser piyan in. Li derdora vê berxwedanê di warê civakî de yekîtiya demokratîk a netewî pêk hatiye. Gelê Kurd êrîşa li dijî Efrînê weke êrîşa li dijî hemû Kurdan dibîne. Ji ber vê, bi yekîtiya netewî, bi rihê Newrozê li derdora Efrînê yekbûnek çêbûye. Lê belê li Bakurê Kurdistanê piştgirî û desteka bi Efrînê re kêm e. Bê guman li Bakurê Kurdistanê zextekî faşîzan heye. Bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Lê ev ji bo kêmbûna çalakiyan nikare weke sedemek were nîşandan. Gelê Bakurê Kurdistanê di pêvajoyên ewqas zehmet de rabûye ser piyan, bedel daye û têkoşîn bilind kiriye ku di nav gel de zanistî û hêza ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP têbikoşin, heye. Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP gelekî bi hêrs e. Ji her demê zêdetir li dijî polîtîkayên qirkirinê yê dewleta Tirk bi hêrs e. Hemû maskeyên desthilatdariya AKP´ê ketiye. Êdî ne mimkûn e ku bi şerê taybet, bi şerê psîkolojîk ne rûye xwe yê qirker û dijminahiya Kurd veşêre. Desthilatdariya faşîst a qirker ya li Tirkiye ne tenê dijminê gelê Bakurê Kurdistanê, dijminê hemû gelên li Kurdistanê ye. 45 milyon Kurdên li Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê, yê li metropolan û çar aliyên dinyayê vê yekê dizanin. Kurdên ku heta berî demekê deng danê AKP´ê jî ev rastî dîtiye. 

Di têkoşîna li hemberî hêzên dagirker û qirker de gelê herî xwedî zanist û tecrubê gelê Bakurê Kurdistanê ye. Ti kes nikare vê rastiyê înkar bike. Ev gel dikare bendên faşîzma AKP-MHP hilweşîne û derbas bike. Tenê ya pêwîst ew e ku pêşengî ji vî gelî re bê kirin; demokratên welatparêz û zanist di nav vê têkoşînê de bin û dayîna bedelan bidin ber çavên xwe. Eger weha be, wê gel rabe ser piyan. Di îradeya têkoşînê ya gelê Kurd de ti pirsgirêk nîne. Ya rast mirov dikare bêje, yên rêbertiyê bikin pasîf dimînin û bedelan nadin ber çavên xwe. 

Di 40 salên dawî de ji gelê Kurd bi sed hezaran kes ketine zindanê. Îro jî ji deh hezaran zêdetir girtî hene. Ji ber vê yekê tirsa ji girtinê dûrketina ji rastiya têkoşîna azadiyê ye. 10 parlamenter di girtîgehê de ne, dibe ku 50 parlamenterên din bixin zindanê. Nêzî 10 hezar siyasetmedar di zindanê de ne û belkî 10 hezar kesên din bixin zindanê. Yên di nav têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd de bin divê vê nefikirin. Eger em dibêjin, em Kurdê zanist in û welatparêzê demokrat in wê demê eger em niha berpirsyariya xwe bi cîh neyînin emê kengî bi cîh bînin? 

Ma qey siyasetmedar û welatparêzên demokrat ku gel li hêviya wan û helwesta wan e nînin? Eger gel çaverê li helwesta wan kesan be wê çaxê divê helwestan wan kesan çawa be? Helwestên îro êdî nayê qebûlkirin. Dem bi dem dayîna hin daxuyaniyan û bi vê yekê weke ku hin tiştan dikin nîşan bidin têrî nake. Êdî dem ew dem e ku gaveke ku hemû gel, gelê Efrînê, gelên Kurdistanê bibînin were kirin. Eger hin ji wan dev ji pasîfbûna heyî û bê têsîrbûna heyî berde, wê ji nav gel, ji nav ciwanan û ji nav jinan bi hezaran kesên ku tevlî têkoşînê bibin derbikevin. Lê belê di vê mijarê de helwesta hin kesan, bi taybet jî helwesta siyasetmedarên welatparêz û demokrat dibe pîvan. Di serî de rêberên di nav gel de eger pîvanên bi biryar, îrade, helwest û têkoşîna xwe bilind bikin gelê me jî wê li gorî van pîvanan têkoşîna xwe bilind bike. Rast e zilm û zor heye. Lê belê eger kesên ku gel bendewariyê ji wan dike van berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û helwesta têkoşînê nîşan bidin gel jî wê bikeve nav tevgerê. Ji ber vê yekê kesên ku sazî û kesên ku gel ji wan bendewariyan dike, helwest û gotina wan mînak digire divê helwesta xwe lêpirsîn bikin û li ber çavan derbas bikin. 

Di sala 1990´an de serhildan çawa derbas bû. Ev serhildan bi destê dehan û sedan kadroyên li wir pêşneketin. Belkî yek-du kadro hebûn lê belê ya rastî ew bû ku kesên ku ji têkoşînê bi bandor bûn û di nav têkoşînê de zanistiya xwe pêş xistin ev serhildan pêşxistin. Niha welatparêzên zanist û welatparêzên demokrat ên vî miletî di nav kîjan saziyan de ne? An jî welatparêzên demokrat û sempatîzan niha ji ber di hin saziyan de kar dikin ma berpirsyariya wan a ku civakê dixin nav tevgerê bi dawî bû? Eger berpirsyariya wan bi dawî nebûbe wê demê pêwîst e li kîjan saziyê be bila bibe berpirsyariyên ku ev dem daniya pêşiya wan û bedelê bidin ber çavê xwe bi cîh bînin an na? Sazî û sazîbûn bi xwe re pasîfîzmê nayene an nahêle ku wezîfeyên ku divê ew bikin bidin ser milên kesên din. 

Di salên dawî de di serî de di qada siyasî û demokratîk de gelek sazî û kesayet ma di vê têkoşînê de ji xwe re rolekî mezin diyar nekirin. Bi vî awayî ma gel çav li helwesta van nekir? Ma di nav gel de bendewarî û têgihiştinek bi vî rengî nehate pêşxistin? Di demeke hesan de wê bendewarî û têgihiştineke bi vî rengî biafirînîn, lê belê dema têkoşîn bikeve pêvajoyeke zexmet wê nîvê îddîaya ku heta niha nîşan dane nîşan nedin! Ma ev dikare were qebûlkirin? Berpirsyariya ku her demeke dide pêşiya me heye. Berpirsyariyên vê demê jî hene. Eger îddîa, têgihiştin û roleke bi vî rengî nebe wê demê ma em ê bêjin; gel bendewarî ji wan kir, ew jî berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cîh neanîn û bûn berpirsyarê vê rewşa ne bes? 

Gelê Kurd bê zanist nîne. Bi deh hezarên wan ketine zindanan. Ew dizanin ku bê çi rast û çi şaş e. Ew dizanin ku wê di vê demê de divê kîjan berpirsyariyan bi cîh bînin. Eger em tenê vê li ber çav bigirin jî ev bersîva sedema rewşa îro nabe. 

Ji aliyê din ve divê ti kes ji kesekî din bendewariyê neke. Kesên welatparêz û di nav tecrûbeyên têkoşînê de bi dehan salan bûne xwedî zanîstê pêwîst e di vê demê de jî xwe berpirsyar bibînin. 

Ji bo Efrînê hemû gelê Rojhilat, Başûr, Rojava û Kurdên li hemû dinyayê rabûn ser piyan. Gelê Kurd ji hemû aliyê din zanisttir e û li hemberî faşîzma AKP-MHP bi hêrs e. Ji aliyê din ve girîng e ku li qada lê ye ango li Tirkiye zoriyê bidin ser faşîzma AKP-MHP´yê. Piştgirî û desteka herî bi bandor ev e. Tevî hemû zext, zilm û girtiyan Kurdên li Bakurê Kurdistanê û li metropolan xwedî vê hêzê ye. Dîroka têkoşînê îspata vê ye. Gotinên weke “Me faşîzma AKP-MHP ewqas lewaz kir, binpêkir“ şerê psîkolojîk e. Gelê Bakurê Kurdistanê gelekî weha ye ku di demên herî zexmet de dikare rabe ser piyan. Qanûna şoreşa Kurdistanê tarzê serketinê ew e ku di şert û mercên zexmet de têbikoşe bi biserkeve. Ev jî gelê Bakurê Kurdistanê afirandiye.

ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA