Welatiyên Kobanê, salvegera azadiyê pîroz kirin
Welatiyên Kobanê, 2’emîn salvegera azadiya Kobanê û 3’emîn salvegera îlankirina Xweseriya Demokratîk pîroz kirin.
Welatiyên Kobanê, 2’emîn salvegera azadiya Kobanê û 3’emîn salvegera îlankirina Xweseriya Demokratîk pîroz kirin.
Welatiyên Kobanê, ji bo 2’emîn salvegera azadiya Kobanê û 3’emîn salvegera îlankirina Xwerêveberiya Demokratîk pîroz bikin, li Qada Azadiyê li hev civiyan.
Di aktivîteyê de ku bi hezaran kes kom bûn, heyetek ji şervanên YPG/YPJ ên ku di berxwedana Kobanê de cih girtin, Hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salih Mûsil, Endamê Komîteya Rêveberiya Fedaraliya Demokratîk û Bakurê Sûriyeyê Ferhat Dêrik, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah, Hevseroka Rêveberiya Xweser Heyfo Erebo û cigira wê, Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê, Rêveberiya Meclîsa Sivîl a Minbicê, Rêveberiyên Girê Spî, Silûk û Şengalê û Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbiçê ku pêk dihatin beşdarî aktivîteyê bûn.
Li Qada Azadî ya ku aktivîteya pîrozbahiyê hate lidarxistin li gel pankartinên bi nivîsên mîna “Kobanê Ji We Mezintire”, “Sîstema Xweseriya Demokratîk, Projeya Jiyana Hevpar e” û “Federasyona Demokratîk, Temsîla Vîna Siyasî Ya Hemû Hevparên Civakê Ye” , posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatibûn daliqandin.
‘BÛ BERXWEDANAN MIROVAHIYÊ’
Di aktivîteyê de ku dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin, bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ ve destpê kir. Ji Fermandarên Kobanê Fermandar YPJ’ê Fîdan Kobanê axivî û bal kişan ku bi berxwedana dîrokî re di dîroka Rojhilata Navîn de gûhertinên mezin bi xwe re anî. Kobanê wiha got: “Serkeftina Kobanê rê da vê yekê. Dibe ku Kobanê cihekî biçûk be jî lê, bi fikrê diparêze ji bo Rojhilata Navîn bû ronahî. Di serî de gelê Kobanê û hemû cîhanê baş dizanî kû êrîşên Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê ji bo tinekirin û qirkirinê bûn. Lê, ji ber fikir û ramanê Rêbertiyê li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê Kobanê hate parastin û îro bi awayekî azad li ser lingan hişiye.”
Kobanê, wiha anî ziman: “Berxwedana Kobanê ne berxwedaneke tenê aîdî gelekê yan jî netewekê ye. Ev berxwedan berxwedana hemû gelane. Di aliyê din de Berxwedana Kobanê, bû berxwedana mirovahiyê.”
Kobanê destnîşan kir ku Kobanê dîrokekî mezin ji nû ve bi xwînê nivîsand, bal kişand ser rola şervanên YPJ’ê, hişmendiya azad a jina Kurd rê nîşanî gelan kir. Kobanê herî wiha pê de çû: “Êdî tû kes jina Kurd ji bo xwe cariye yan jî kola nake, bi hezaran berdêl hatin dayîn. Îro di be bi fîzîkî ne li gel me bin, lê bi ruh, hiş,fikir û qehremaniyên xwe li gel me ne. Em wan ti car ji bîr nakin. Em ê her demê li pey şopa wan bimeşin. Em ê layîqî têkoşîn û berxwedana Arîn Mîrkan a ku xwe ji bo xaka xwe û gelê xwe fedar kir.
‘BERXWEDANÊ LI KURDISTANÊ BÛ YEK’
Endamê Fermandariya Giştî yê YPG’ê Mehmûd Berxwedan jî wiha got: ‘’Berxwedana şervanan li kuçeyên Kobanê dijîn. Li Kobanê her kevri, her bihusta xakê ji berxwedana şervanan re şahidî kir.
Berxwedan bal kişande berxwedana gelê Bakur ê di dema şer de. Berxwedan bi bîr xist ku bi şervanan re li ser sînor nobet hatiye girtin, ev ji rihê seferberbûnê hatiye û bi vî awayî jî berxwedan li Kurdistanê bûye ye.”
‘DESTKEFTIYÊN LEŞKERÎ BANDOR LI QADA SIYASÎ JÎ KIRIN’
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî ragihandina xweseriya demokratîk pîroz kirin. Diyar kirin ku destketiyên qada leşkerî bandor li qada siyasî jî kirine û projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li ser vî bingehî pêk hatiye.