Welatiyên Efrînê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şemezar kirin

Welatiyên Kantona Efrînê polîtîayên qirker û êrîşên mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst ya li dijî gelê Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin.

EFRÎNÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Efrînê bi dirûşma ″Yekîtiya gelê Kurd″, bi meşekê êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. Di meşê de Endamên saziyên sivîl, Desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM′ê, PYD′ê û YCR′ê, beşdar bûn.

Meşvanan alên HDP′ê, Kongreya Star, PYD′ê, YCR′ê, TEV-DEM′ê û pankartên bi nivîsa ″Berxwedan jiyane, em jiyanê ji mirinê dafirînin″, ″Na ji bêdengiya navneteweyî re″, “Gelê me bi berxwedana Adarê bi ser dikeve″, “Bijî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê″, “Bakurê Kurdistanê ne bi tenê ye″ û ″Em li dijî terora Tirkiyê bê helwest namînin″ vekiri bûn.

Meş ji çerxerêya Newroz destpê kir, li nava kolanên bajêr geriya û li qada Şehîdan rawestiya. Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, Serokê Desteya Karê Derve Silêman Cafer, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Ehmed Silêman û Endama Rêveberiya Kongreya Star Fatma Silêman, axaftin kirin.

Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP′ê, siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê şermezar kirin, her wiha diyar kir ku Tirkiyeyê nikare gelê Kurd parçe bike.

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê″ û ″Şehîd namirin″ bi dawî bû.

ŞÊRAWA

Li navçeya Şêrawa jî bi sedan welatiyên herêmê û Endamên TEV-DEM′ê, Kongreya Star, YCR′ê, PYD′ê û Hêzên Asayîşê, meşek lidar xistin. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê, alên TEV-DEM′ê, Kongreya Star û pankartên ku bi nivîsa ″Gelê Kantona Efrînê komkujiyên ku dewleta Tirk li Nisêbînê pêk tîne, şermezar dikin″ vekirin.

Meş ji gundê Sixonake destpê kir û ber bi gundê Eqîbe ya navçeyê ve ketin rê. Meş li gundê Eqîbe rawestiya, piştî ku deqeyek rêz hat girtin, Endama Kongreya Star Daliya Henan û Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê ya navçeya Şêrawa Qelender Efrîn, axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van siyasetên xwe dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û tires bixe dilê wan, da planên xwe li herêmên Kurdan pêk bîne.

Her wiha axaftvanan hovîtiya ku dewleta Tirk li dijî gundê Xeraba Bava ya herêma Nisêbînê şermezar kirin. Li vir daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewletaTirk li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê êrîşên qirker û hovane dide kirin.

Meş bi dirûşmeya ″Bikeve dîktator Erdogan û partiya AKP′ê″, ″Bimire zilm û xiyanet″, ″Bijî gelê Kurd″, bi dawî bû.

RACO

Di heman çarçoveyê de, TEV-DEM′ê, PYD′ê û Şaredariya Gel daxuyanî dan û kiryarên AKP′ê, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.