Welatiyên Şengalê li dijî gefên Tirkiye meşiyan

Bi pêşengtiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê welatiyên Şengalê li bajarokê Sinûnê ya Şengalê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û bang li hikûmeta Iraqê kir ku xweseriya xwe biparêze.

Li bajaroka Sinûnê ya Şengalê li dijî gefên dewleta Tirk ên  li ser Şengalê meşek girseyî hate lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve hate organîze kirin. Gelek welatiyên Êzidî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn. Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir.

Di meşê de dirûşmeyên dijî daxuyaniyên Erdogan ên dagirkirina Şengalê  hatin berz kirin. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Desteya Rêvebera Şengalê Qasim Xelef ve hate xwendin de bang li hikûmeta Iraqê kirin ku li serweriya xwe xwedî derkeve. Xelef destnîşan kirin ku wê li hemberî gefan bêdeng nemînin, divê her kes li dijî gefan derkeve û rê nede dayîn xaka Iraqê were dagirkirin û got: “Li Şengalê hêzên me yên parastinê hene. Ji zarokên vê axa ne. Hêzên me ew hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê şerkirin û niha tevahiya Şengalê diparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya Êzidiyan û pêkhateyên Şengalê hate kirin ku li dijî gefan bibin yek.