Welat: Di dema bê de wê berxwedana gerîla mezintir bibe

"Li her devera ku artêşa Tirk êriş dike gerîla jî bersivê dide êrişan. Gerîla li Dêrsimê, li Erziromê û li Behra reş şer dike. Di pêvajoya bê de xuya ye wê şer mezintir bibe. Wê gerîla jî berxwedanê bê navber mezin bike."

Yek ji Fermandarê HPG’ê Cengîn Welat berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê nirxand û got, "Berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê mîna qadeke têkoşînê, mîna çanda berxwedanê tê birêvebirin. Ev berxwedan heya roja me ya îro berdewam dike. Gerîla bi biryar xwedî çanda vê berxwedanê derdikeve. Ev çanda berxwedanê bi taybet li heremên Botan û Serhedê didome. Di van qadên berxwedanê de li hember dewleta Tirk, li hember operasyonan çalakiyên bi bandor çêdibûn."

'DI HER PÊVAJOYÊ DE TÊKOŞÎNEKE MEZIN HEYE'

Fermandarê HPG’ê Welat bal kişand ser operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk û got, "Xwezaya Kurdistanê û çiyayên wê şewitand. Artêşa Tirk dema ku neçar dimîne dest bi şewitandina xwezayê dike. Vê yekê bi zanebûn dike. Gefê li gelê Kurd dixwe û karê sîxuriyê dike. Li dijî van hemûyan gerîla çalakiyên xurt kirin. Operasyonên berfireh têk birin."

'KONSEPTA QIRKIRINÊ BI SER NEKET'

Fermandar Welat li ser pilana Artêşa Tirk ya qirikirinê axivî û wiha dewam kir: "Bi taybetî piştî pêvajoya diyalogê qediya dewleta Tirk li tevahiya Bakurê Kurdistanê bi konsepta qirkirinê tevgeriya. Bi teknîka herî pêşketî li hember gerîla şer kir. Ji bo vîna gerîla bişkînin, çekên kîmyewî li herêmên Botanê bi kar anî. Gerîla li hember van êrîşan yek avantajê xwe heye. Di xwezaya Kurdistanê de derbeyan li artêşa Tirk dixe û xwe diparêze. Di şert û mercên zehmet de gerîla bi afirîneriya xwe û li çiyayên Kurdistanê xwe diparêze. Çiya û xwezaya Kurdistanê stargehekî qedîme."

Yek ji Fermandarê HPG’ê Cengîn Welat bal kişand ser erka gerîla û got, "Li her qada Bakurê Kurdistanê vîneke mezin divê. Ji ber ku gerîla ne tenê li Botanê û Serhedê şer û parastinê dike. Li her devera ku artêşa Tirk êriş dike gerîla jî bersivê dide êrişan. Gerîla li Dêrsimê, li Erziromê û li Behra reş şer dike. Di pêvajoya bê de xuya ye wê şer mezintir bibe. Wê gerîla jî berxwedanê bê navber mezin bike. Erka gerîla parastina Gel û axa Kurdistanê ye."