Wekîlên HDP'yî: Ev ne hêza Tirkan e, ev têkçûna AKP'ê ye

Wekîlên Şirnexê yên HDP'yî gotin, dîmenê "Turkun gucu-Hêza Tirkan" ê li Şirnexê hatiye kişandin, tê wateya nîjadperestî, faşîzm û mêtingeriyê. Wekîlan destnîşan kirin, ku ev yek nîşaneya têkçûnê ye.

Parlamenterên Şirnexê yên HDP'ê Aycan Îrmez, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, li ser dîmenê leşkerên Tirk ku ji bo qirkirinê êrîşî Şirnexê kirin û piştî hilweşandina bajêr li nava bajêr geriyan û digotin "Hûn ê hêza Tirkan bibînin", daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên paramîlîter û kontra yên li nava artêşa Tirk, bajar û navçeyên erdnîgariya Kurdistanê xera kirin, hilweşandin, rê li ber mirina bi hezaran kesî vekirin û bûn sedem ku bi sed hezaran mirov bê stargeh bimînin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku binpêkirina mafên mirovan ên di dema qedexeya derketina derve de hatin kirin, cihê xwe di nava raporên saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî de jî girtine.

Wekîlan destnîşan kirin, ku vê rastiyê bi dîmenekî ku duh li medya civakî hate weşandin, careke din bi rengekî vekirî xuya kiriye.

Wekîlên HDP'yî dan zanîn, ku li navenda Şirnexê ya ji 12 taxan pêk tê, 8 taxên wê bi tank û topên dewletê hatin xerakirin û vê hilweşandinê jî mîna ku tiştekî gelekî baş e, pêşkêş dikin.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, dîmenê leşkerên Tirk ku li ber strana nîjadperestiyê li nava Şirnexa hatiye hilweşandin digerin û pesnê vê yekê didin, dîmenê nîjadperestî û faşîzmê ye.

Wekîlan diyar kirin, ku ev dîmen şênberiya polîtîkaya hikumeta AKP'ê, Erdogan û artêşa Tirk a li dijî Kurdan e û gotin, ev şîdet wê dawiyê li kiryarên xwe jî bîne.

Wekîlan diyar kirin, ku di dîmen de hêzên dewletê li ber sirûdên nîjadperest û faşîzan, hilweşandina bajarê Şirnexê bi pesindayinê nîşan didin û destnîşan kirin, ku ev yek nîşaneya neçarî û têkçûna hikumeta AKP'ê ye.

Wekîlan gotin, yên li erdnîgariya Kurdistanê mafê jiyanê binpêkirin û sivîl ji cih û warên xwe kirine, wê li pêşberî hiqûq û dîrokê hesab bidin.