Wekîlên HDP'î wê giliyê polîsan bikin

Parlamenterên HDP'ê yên li Amedê bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk Salîha Aydenîz û Dersim Dag diyar kirin ku êrîş bi fermana hikumetê hatiye kirin.

Di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de doh li Amedê bi dirûşma 'Na ji şer re, em di demokrasiyê de bên gel hev' wê ji ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê heta Parka Roboskî meş bihata lidarxistin. Bi biryara Walîtiya Amedê meş hat qedexekirin. Çalakgeran xwestin bimeşin, lê polîsan bi tundî mudaxele kirin. Di rageşiyê de polîsan Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û şêwirmenda wê Leyla Akgul û şêwirmendê Parlamenter Salîha Aydenîz, Omer Aksoy binçav kir. Piştî saetek di wesayîta binçavkirinê de hatin hiştin berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da, di vê navberê de polîsan li Aydenîz dan.

'BERPIRSÊ ŞIDETÊ WALIYÊ AMEDÊ YE'

Aydenîz a ku ji roja bûye parlamenter heta niha gelek caran bû hedefa êrîşa polîsên Tirk helwesta Waliyê Amedê rexne kir û got: "Walî berpirsê vê şideta li dijî me ye. Polîs ji walî fermanê digirin û ew jî êrîşî me dikin. Polîs her ku li me didin tên parastin. Li gorî zîncîrek fermanê tevdigerin. Waliyê Amedê naxwe û venaxwe serê her kêliyê biryarek qedexeyê datîne pêşiya me. Dem bi dem derketina me ya ji avahiya partiya me ya bajêr jî qedexe dikin. Walî ji fermanên hin kesan re katîbiyê dike. Ne walî ye qey mirov dibêje katib e. Bepirsê her tişta li vî bajarî diqewime walî ye. Dizane biryarên qedexeya dide jî li dijî hiqûqa vî welatî ne. Îktîdarê welat veguherandiye qada şidetê. Bepirsê van şidetan bi rêzê îktîdar, walî û emniyet e.”

Aydenîz û şêwirmendê wê Omer Aksoy ji bo rapora ku nîşan dide li wan dane werbigirin çûn nexweşxaneyê û raporên lêdanê wergirtin.

Aydenîz da zanîn ku ew ê li dijî şideta li wan hatiye kirin wê gilî bikin.  Parlamenter Dersim Dag jî anî ziman ku wê giliyê polîs û midûrên wan bikin.