Wekîlê berê yê HDP’ê yê Agiriyê Îlhan hate girtin

Parlementerê berê yê HDP’ê yê Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan ê di operasyonên qirkirina siyasî de li Agiriyê hate binçavkirin hate girtin.

Di serdegirtinên li navenda Agiriyê ya beriya 3 rojan de Parlementerê berê yê HDP’ê yê Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan, endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Parêzer Olcay Ozturk, Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Vûral Kaya Alîkarê Serokê berê yê Şaredariya Agirêyê û endamê PM yê HDP’ê Halef Keklîk, encumena berê ya şaredariyê Filîz Sari hatibûn binçavkirin. Halef Keklîk ê duh îfadeya wî hate girtin û şandin dadgehê bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Îro jî wekîlê berê Îlhan, endamê PM’ê Ozturk, rêverê ÎHD’ê Kaya û Sari şandin edliyeyê.

4 kesên ji aliyê dozger ve îfadeya wan hate girtin, daxuyaniyên cuda yên çapemeniyê ya Nîsana 2015’an a li Giyadînê weke hincet hate nîşandan û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sari û Kaya yên şandin dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, endamê PM’ê yê HDP’ê û hevserokê berê yê HDP’ê yê Agiriyê Olcay Oztûrk û wekîlê berê Mehmet Emîn Îlhan bi heman hincetê hatin girtin.