Wekîla HDP’î Kaya serdana Malbata Şenyuşar a di berxwedanê de ye kir

Parlemetera HDP’ê Huda Kaya ya serdana Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de ye kir got: “Heta hemû berpirs hesab nede me ê têbikoşin.”

Serdanên piştgiriyê yên ji bo Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin didomin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar îro tevlî çalakiyê nebû. Tenê kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar di roja 156’ an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya wan a malbatî kir.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi malbata xwe re serdana Ferît Şenyaşar kir. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku dosya Malbata Şenyaşar dişopînin jî bi Kaya re serdana Ferît Şenyaşar kirin.  

Kaya, li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî da û ev tişt got: "Zilm li Malbata Şenyaşar hat kirin. Em careke din dubare dikin ku em ê li têkoşîna wan a ji bo edaletê xwedî derkevin. Heta ku hemû berpirsyar hesab bidin em têbikoşin. Piştî Kaya, Ferît Şenyaşar jî têkildarî nobeta wan û astengiyên ku ji wan re tên derxistin kir. Piştî axaftina Ferît Şenyaşar, Kaya û malbata ji bo demekê nobed girtin û piştre ji be Edliyeya Rihayê veqetiyan.