‘Wê Xeta xiyanetê winda bike'

"Berzanî wê winda bike, xeta ku wê bi ser bikeve wê xeta azadî û berxwedana Şengalê û tevahî Kurdên azad be."

Konê mertalên zindî yên  Xanesorê hate danîn, çalakî berdewam dike.  Sazi û rêxistinê Şengalê û Kongra Star a Rojava jî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew çeteyên PDK’ê li Şengalê naxwazin û bêguman wê xeta berxwedanê ser bikeve.

Çalakiya kondanînê ya mertalên zindî ya ku bi pêşengtiya jinên Êzidî û gelê Şengalê, bi piştgiriya jinên Kongra Star a Cizirê duh hatibû danîn,  berdewam dike. Îro jî jinên Şengalê, dayik û jinên Kantora Cizirê hatin, ji heft salî heya heftê salî gel di konê berxwedanê de ne.

Îro jî çalakî bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre li ser nava Tevgera Jinên Azad Êzidxanê (TAJÊ) Laleşîn Malik, li ser navê Kongra Star a Cizîrê Mîra Zorî, li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hacî Hesen, li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê Herbo Xidir, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ên Qamişlo Şemsixan Gulo axaftin  kirin.

Di axaftinên xwe de destpêkê cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd, Êzidî û gelên bindest pîroz kirin û wiha gotin: “Ew çeteyên Rojava nîn in, îro ciwanên Rojava Minbic, Girê Spî û tevahî Rojava rizgar kirine, şervanên Rojava ew in. Ev kesên navê Rojava  li xwe kirine ew çeteyên Erdogan û Barzanî ne. Em wan li Şengalê qebûl nakin, pêwistiya me bi parastina wan tine. Hêza me ciwanên me û sazî û rêxistinên me hene ku em dikarin axa xwe ya pîroz a Şengalê biparêzin. Wê xeta xiyanetê ya ku malbata Barzanî ji roja avakirina PDK’ê heya niha dimeşîne û  wê bi van êrîşa xwe ya bêbext Berzanî winda bike, xeta ku wê  bi ser  bikeve xeta azadî û berxwedana Şengalê û tevahî Kurdên azad bin.”

Di dawiyê de bang li pêşmergeyên Rojava kirin ku nekevin bin xizmeta dijminên wekî Erdogan-Barzanî de, bila  li gel berxwedana Rojava û Şengalê cihê xwe bigirin , dijminan bin bixin û wiha gotin: “Em ê Şengalê ji çeteyên PDK’ê û dijminan biparêzin, çawan roja yekemîn heya niha gelê Rojava Şengal bi tenê nehiştin, em ê heya dawiyê Şengalê biparêzin. Bedela wê çi dibe em amade ne, lê wê çeteyên PDK’ê ser axa me ya pîroz nemînin.”
Axaftin bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Nazê Namirin”û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.

Çalakvanan navbera nîvro dan wê piştî nîvro Meclîsa Avaker a Şengalê çalakiya mertalên zindî dewir bigirin.