'Wê teqez tecrîd bê şikandin û em ê dengê serokê xwe seh bikin'

Cîgirê Hevserokên Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd pêşî li komployê hate girtin û got, "Em ê teqez tecrîdê bişikînin û dengê serokê xwe seh bikin."

Cîgirê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan ku di sala 1997’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bi wesîleya salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, ji ANF'ê re axivî.

Îlhan di destpêka axaftina xwe de naskirina xwe ya bi Rêbertiyê re anî ziman û got: “Rêbertiya me dixwest hemû gerîlayên Kurdistanê bibîne. Her gerîlayên ku derdiket serê çiya û welatparêzên Kurd, dixwestin Rêbertiyê bibînin. Lê nebû para her hevalekî. Me di sala 1997’an de Rêbertî dît. Ev şans giha me. Em ji ber dîtina Rêbertiyê mînnetdarin. Helbet mirov nikare dîtina Serokatî bi deh deqeyan yan jî bi saetan rave bike.”

‘RÊBERTÎ XETERIYA LI SER XWE ANÎBÛ ZIMAN’

Îlhan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xeteriya li ser xwe anîbû ziman û wiha dirêjî da axaftinên xwe. “Dema me Rêbertî dîtî, Rêbertî xeteriya li ser xwe gotibû. Di pêvajoya sala 96’an de bombe hatibû teqandin. Lewma Rêbertî pê hesiyabû ku li Şamê ketine pêy Serokatî yê. Rêbertî di hemû dahûrandinên xwe de eşkere vedikir û ji hevalan re jî digot ku derfetekî bibînin min ji vê derê bibin, ez li vê derê difetisim. Helbet hevalan jî li ser vê yekê nirxandin dikirin. Lê em ne di astekî welê tegîhiştî de bûn ku em bizanin Serokatî çawa behs dikir û çawa cihê wî were çêkirin. Serokatî heta dawiya 98’ê jî digot ku dem hatiye ez ji vê derê derbikevim. Helbet wê demê talûkeya li Rojhilata Navîn li ser Serokatî pir giran bû. Serokatî komployê bi teqandina bombeya li Şamê ve girêdida. Serokatî her tim dixwest ji Şamê derbikeve. Ji ber ku bi Hafiz Esad re jî nîqaş hatibûn kirin, lewma Rêbertî digot ez 18 salî bi hev re dostanî kir, ez dewleta te nakim xeteriyê û ez ê çareseriyê bibînin. Serokatî dewleta wî jî difikirî.”

‘BI HÊZ Û RAMAN KU RÊBER APO DA GELÊ KURD Û GERÎLA, PÊŞÎ LI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ HATE GIRTIN’

Îlhan diyar kir ku bi hêz û raman ku Rêber Apo da gelê Kurd û gerîlayên xwe, komploya navneteweyî berovajî zivirand û wiha domand: “15’ê Sibatê bi rastî jî ji bo me pir giran bû. Ne Gerîlayên Tevgera Azadiyê, ne gel, ne millîs benda tîştekî welê bûn, tu kes wî hizrî nedikir. Lewma şokekî pir mezin di nava gelê Kurd û cîhanê de jî çêbû. Her kes digot ku 15’ê Sibatê wê bibe dawiya Kurdan. Lê Tevgera Apoyî, Rêbertiya me hêz û ramaneke welê dabû gelê Kurd û gerîlayên xwe, ev yek berovajî zivirîandin. Cara yekem e dîroka serhildanên gelê Kurd de tîştekî welê ser Kurdan tê ku yekbeş dikevin nava tevgerê. Ewropa û Tirkiyeyê hemû derê kirin agir. Serhildanên berê û serhidana ku Rêbertî dayî destpêkirin ji hev cudatir e. Dewleta Tirk jî ket ferqa vê yekê. Lewma di 15’ê Sibatê de ya ku herî zêde zor û zehmetî hatî kişandînê, çiyayên Kurdistanê bû, gerîla bûn. Di sala 99’an de em jî li Cûdiyê bûn, dijmin bi awayekî topyekûn hate ser gerîla. Lê gerîlayên Kurdistanê van êrîşan berovajî zivirandin. Ji ber ku ev asta ku dijmin êrîş kir, deh qet gerîla li hemberî vê amade bû û ket nava tevgerê. Gerîla şûna parastinê kete êrîşê de. Gerîla li bajar, deşt û çiyayê de ket tevgerê. Dema derbasî tevgerê bûn, dewleta Tirk fêm kir ku tevgera Apoyî wê li ber xwe bide. Bi rastî jî wê demê gelek hevalan dîrok nivîsandin. Lewma ev pêvajo weke xwesteka dijmin pêk nehat.”

‘YAN EM Ê DENGÊ SEROKÊ XWE SEH BIKIN YAN JÎ XWARIN Û VEXWARIN JI ME RE HERAM E’

Îlhan destnîşan kir dewleta Tirk hewd dide 15’ê Sibatê di sala 2023’an de bigihîne fînalê û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd êdî bê dengê Rêber Apo najî. Her kes û dewleta Tirk jî vê yekê baş dizane. Lê dewleta Tirk hewl dide 15’ê Sibatê, di sala 2023’an de bigîhîne fînalê. Lê muxabin dewleta Tirk xwe dixapîne. Ne gelê Rojhilata Navîn ev gele, ne jî gelê Kurd ev gel e ku gavê paş ve biavêjin. Ji ber vê yekê em weke gelê Rêber Apo, nefesa me ya dawî ye. Yan em ê di van roj û mehan de dengê Seroka xwe seh bikin yan jî wê dewleta Tirk bikeve nava kaosekî pir mezin de. Êdî ne sebra gerîla maye ne jî ya gelê Kurd maye. Dewleta Tirk her çiqas vê tecrîdê giran bike, barê dewleta Tirkiye giran dibe. Tu çareyak ya me yê din tuneye yan em ê dengê Seroka xwe seh bikin yan jî xwarin û vexwarin ji me re heram be. Ji vê zêdetir tu gotina me tune ye. “

‘WÊ TEQEZ TECRÎD BE ŞIKANDIN, EM Ê DENGÊ SEROKÊ XWE SEH BIKIN’

Îlhan bal kişand ser çalakiya Veysî Taş û Mehmet Akar ku ji bo protestokirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedana xwe dan ber agir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji xwe peyama ku heval Weysî û Mehmet dayî civaka gelê Kurd diyar e. Li ser şehadeta wan hevalan, divê em her kes xwe li ber çavan derbas bikin û bikevin nava tevgerê. Bi hêza gelê Kurd û ya Tevgera Azadiyê, dewleta Tirk neçar bimîne ku xwe biavêje ber lingê Serokatî. Cuda tu vebijarkê dewleta Tirk û gelê Kurd tune ye. Neçare ku were ser mase. Tecrîda ku daniye ser Serokatiya me, di rastiyê de mirov lê binêre tecrîdekî pir mezin ketiye ser dewleta Tirkiye. Serokatî digot; ‘Rojek wê bê dijminên me kêm bibin, dijminên dewleta Tirkiye zêde bibin.’ Niha weke gotinên Serokatiyê, di sala 2023’an de roj bi roj dostên gelê Kurd zêde dibin û dijminên dewleta Tirk zêde dibin. Civakên ku îro fikrê Serokatiyê qebûl dikin, hemû mirovên pêşengin. Em gelek caran em di nava axaftinên xwe de dibêjin Serokê gelê Kurd, lê Serokekî netewî ye Serokekî cîhanî ye. Lewma hêza ku gelê Kurd û hêza ku dostên me yên ku îro bi ramanên Rêber Apo re bûne yek, em di vê baweriyê de ne ku wê teqez tecrîd be şikandin, em ê dengê Serokê xwe seh bikin.”