Wan û Colemêrg di bin berfê de man

Li Wan, Colemêrg û navçeyên wê, berfê rêya bi sedan gundî girt. Rêyên gundan çend roj in asê bûne, lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e û saziyên din ên dewletê bêdeng û xemsar in.

Berfa ku zêde li Wan û Colemêrgê kir, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.

Ji ber berf û zîpikê li Miksê 85, li Elbakê 55, li Şaxê 125, li Westanê 5, li Payîzavayê 145, li Qelqeliyê 15, li Sarayê 25, li Artemêtan, Ebex, Bêgir û Erdîşê jî 35 gund bi giştî 490 gund û gundik rêya wan hatin girtin. Li Wanê berfê bi qasî 50 santîmetreyî erd girt. Li Colemêrg û navçeyên wê jî li hin herêman berfê bi qasî 1.5 metre bilind bû.

Tevî ku rêya bi sedan gund û gundikên Wanê ji ber berfê asê bûne, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, kar nake. Rêya bi sedan gund û gundikan ku diviyabû di nava rojekê de hatibûna vekirin çend roj in girtî ne. Ji ber vê yekê jî bi hezaran mirovên xwecihî mexdûr bûne.

Li Colemêrg û navçeyên wê jî ji ber berfa ku bi rojan e didê rêya bi sedan gund û gundikî hatine girtin. Li Colemêrgê ku berf hîn jî didê, tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajarê Colemêrgê hewl didin rê vekin. Ji ber ku xwedî derfeteke têrker nînin, rêyên bi dehan gund û gundikan çend roj in girtî ne.