Wan ji mîtînga dîrokî re amade ye: Em ê gotina dawiyê bibêjin!

Gelê Wanê, xwe ji bo mîtîngê amade dike ya ku wê roja Şemiyê bi tevlîbûna hevserokê HDP’ê yê giştî Sezaî temellî pêk bê. Ji bo mîtîngê bênavber xebat tên meşandin.

Gelê Wanê, di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya 40 salî de mîtîngên bi heybet lidar xistine û dîrok nivîsîne. Gelê Wanê xwe amade dike ku di 23’ê Hezîranê roja Şemiyê, saet di 11:00’an de li qada Beşyolê yek ji van mîtîngên dîrokî pêk bîne.

Wê hevserokê HDP’ê yê giştî Sezaî Temellî û namzetên herêmê jî tevlî vê mîtînga bi heybet bibin.

DEDE: WAN DÎSA WÊ DÎROKÊ BINIVÎSE

Hevserokê bajêr ê HDP’ê Umît Dede, di derbarê xebatên mîtîngê de agahî da û got; “Me ji bo mîtînga xwe ya fînalê hemû amadekariyên zagonî û teknîkî pêk anîne. Weke salên borî, îsal jî wê Wan mîtîngeke gelek bi heybet li dar bixe. Em bang li hemû gelê xwe yê Wanê dikin, bila tevlî mîtîngê bibin a ku wê roja Şemiyê li Qada Beşyolê were lidarxistin.

TARHAN: EM Ê BERSIV BIDIN KESÊN KU XWÎNÊ LI ME DIDIN VEREŞANDIN

Hevseroka bajêr ê DBP’ê Ayla Tarhan jî wiha axivî:

“Me bi gelê bi rûmet û nirxedar ê Wanê re pêvajoyeke xweş a hilbijartinê borand. Em du mehan bi hev re xebitîn. Sê rojên me mane. Em li mala wan bûn, li ser sifra wan bûn, me nan û ava wan xwar û vexwar. Em niha amade ne ku hesab ji van kesan bipirsin ên ku ev sê sal in xwînê bi me didin verişandin. Wê demê em ê roja Şemiyê li Qada Beşyolê tev bi hev re vê biqêrin û nîşanî hemû cîhanê bidin.”

OZGOKÇE: WÊ GELÊ WANÊ TIŞTA ŞAYANÎ XWE BIKE!

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê û di heman demê de namzetê heyama nû Bedîa Ozgokçe jî got: "24’ê Hezîranê wê bibe roja destpêkê ya jiyana nû. Em, xwe ji bo guhertineke mezin amade dikin. Wê gelê Wanê tişta şayanî xwe bike. Em roja 23’ê Hezîranê li Qada Beşyolê ne. Tu nebî nabe, bi te diguhere.”

GELÊ WANÊ: EM DI SINDOQAN DE HÊZA XWE NÎŞAN BIDIN

Leyla Acar ku xebatên hilbijartinê ji nêz ve dişopîne û dibêje ez ê dengê xwe bidim HDP’ê got ku; “Em ê weke gel dîsa li ser piyan bin. Em ê weke gelê Wanê bi giştî li wê derê bin. Mîtînga gelê Amedê li dar xistî ji bo me jî bû çavkaniya moral. Em roja mîtîngê li wê derê ne."

Necîp Altûn ê 70 salî ku bi kelecaneke mezin li ber buroya hilbijartinê ye jî dibêje; “Me dengê xwe nefirot, em nafiroşin jî. Em gel in û li her derê ne. Em ê weke gel, hem di mîtînga roja Şemiyê de hem jî di sindoqên hilbijartinê de îradeya xwe nîşan bidin.”