Wan di bin kavilan de hişt û bû waliyê Amedê

Waliyê Entalyayê Munir Karaloglû yê ku li Amedê hate peywirdarkirin, di dema erdheja Wanê de bi kirinên xwe yên dermirovahiyê û bi qetlîama otelê ya ku 24 kes lê bimirin, tê naskirin.

Bi biryarnameya ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan îmze kiribû, waliyê 41 bajaran guherî. Waliyê 17 bajaran bi navê Sermufetîşê Mulkiyeyê li navendê hatin peywirdarkirin û waliyê 24 bajaran jî cih guhert.

Yek ji waliyê ku cihê wî hatiye guherandin jî walî Munîr Karaoglû ye yê ku ji dema waliyê Entalyayê bû li Amedê hate peywirdarkirin.

‘LI KOCAELIYÊ EW BI TENEKEYAN ŞANDIN’

Walî Karaloglû beriya ku li Wanê were peywirdarkirin, waliyê Kocaeliyê bû. Di sala 2009’an de dema ji Kocaeliyê ew li Wanê peywirdarkirin komek sendîkavanan li tenekeyan dabûn û helaw belav kiribûn.

‘DI ERDHEJA WANÊ DE BI BIRYARÊN SKANDAL HATE ROJEVÊ’

Karaoglû di navbera salên 2009-2013’an de li Wanê li ser peywirê bû. Di erdhejên 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’an de bi giştî 644 kes di erdhejê de mirin, 1966 kes jî birîndar bûn.Di erdheja 9’ê Mijdara 2011’an de otela Bayramê hilweşiya û 24 kes mirin.

Piştre di lêkolînan de derketibû holê ku bêyî ku ev otel were kontrolkirin, ev otel hatibû vekirin. Giliyên derbarê waliyê Wanê Munîr Karaoglû, kaymakamê berê Ramazan Fanî û Gerînendeyê Rewşa Lezgîn a Karesatan Cafer Gîyîk ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve nehate nirxandin.

Piştre Dadgeha Destûrê Bingehîn diyar kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û dosye şandin Wezareta Karê Navxweyî. Di lêpirsînê de waliyê Wanê Munîr Karaloglû diyar kir ku berpirsyariya wî tune û Şaredariya Bajarê Mezin a BDP’ê sûcdar kir.

Di dema erdhejê de xwendekarekî di bernameyeke televîzyonê de dema qala kêmbûna konan kiribû, Karaloglû gotibû, “Yan te lêdan nexwariye, yan jî tu nizanî bijmêrî.”

Beriya erdhejê bi 3 mehan Karaloglû çûbû serdana otela Bayramê. Li gorî nûçeya di malpera fermî ya walitiyê de Karaloglû di nava otelê de geriyabû, kêfa wî jî mobîlya û konfora otelê habû. Karaloglû çûbû banê otelê ya ku dihat restorekirin jî. Di otela Bayramê de ya ku kêfa walî jê re hatibû, 24 kes miribûn.

Karaloglû piştî Wanê li Entalyayê hatibû peywirdarkirin û qedexe kiribû ku karmend di dema xebatê de divê taştê nexwin û cixareyê nekişînin.