Wan bi biryar e: Encam wê bêhempa be

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç li Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê axivî û ji her kesî xwest ku xwe li berxwedanê bikin xwedî û got, "Encam wê bêhempa be."

Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê ku li dijî desteserkirina şaredariyan dest pê kir 44 roj in bi biryardarî didome. Nobeda demokrasiyê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenterên HPD'ê Mûrat Sarisaç, Mûsa Farisogûllari, Mûazzez Orhan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, jinên TJA'yî û şêniyên herêmê beşdar bûn. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç li qada çalakiyê axivî.

'BERXWEDAN BERXWEDANA HER KESÎ YE'

Sarisaç diyar kir, desthilatdarî bi rengê tinekirinê nêzî gelê Kurd, gelan û her kesên ne ji xwe dibe û got, ew vê yekê weke şerekî li dijî paşeroja Tirkiyeyê dibînin. Sarisaç anî ziman, ew bi rojan e li kolanan li ber xwe didin û got, "Ev berxwedan pîvanên gerdûnî ye, wijdanê mirovahiyê ye, berxwedana her kesên ku demokrasiyê dixwazin."

Sarisaç bang li gel, gelên Tirkiyeyê û her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin kir ku tevlî vê berxwedana rewa û mafdar a HDP'ê bibin.