Walîtiya Wanê taksîvan Ceylan ê hate kuştin 'terorîst' îlan kir

Walîtiya Tirk a li Wanê, têkildarî ajokarê taksiyê Zafer Ceylan ê li Erdîşê hate kuştin, daxuyaniyek da û got, "Ew ne taksîvanekî bê guneh e, ew terorîstek e."

Meha Hezîranê, gundiyên li Westanê kuvark kom dikirin weke 'terorîst' hatin îlankirin û girtin û di rûniştina destpêkê de hatin berdan. Walîtiya Tirk a Wanê ku ev gundî 'terorîst' îlan kiribû, vê carê ajokarê taksiyê Zafer Ceylan ê li Erdîşê hate kuştin, 'terorîst' îlan kir.

Li Erdîşê, hefteya derbasbûyî 2 ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatibûn kuştin û bi daxuyaniyekê hatibû ragihandin, ku ev kesên navborî 'milîtanên PKK'ê ne'. Lê piştre derket holê, ku yek ji kesên hatin kuştin, Zafer Ceylan e ku li Erdîşê ajokariya taksiyê dike.