Walîtiya Wanê, çalakiya roja zimanê dayîkê qedexe kir

Walîtiya Wanê, daxuyaniya ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi hinceta ‘provokasyon’ê qedexe kir.

Li Wanê DÎSA-DER’ê xwest ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyekê bide.

Walîtiya Wanê serlêdana fermî ya DÎSA-DER’ê nirxand û got “Dibe ku êrîşên wekî xwekuj û sûîkastê pêk were yan jî hinek kes nerazîbûnê nîşan bidin û ev tişt jî bibe sedema provokasyonê. Ji ber vê jî ew ê ne guncav be ku di 21’ê Sibatê de li Parka Dabbağolû daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.”