Walîtiya Colemergê li wan leşkeran ku li Ekîncî dan xwedî derket

Reşît Ekîncî û komeke hevalê xwe çûbûne seyranê û leşkerên Tirk li Ekîncî dabû. Walîtiya Colmergê li wan leşkeran xwedî derket.

Walîtiya Colemergê têkilî êrîşa leşkerên Tirk a li gundê Çemerûkê ya Colemergê ya li ser Reşît Ekîncî daxuyanî da.

Walîtiya Colmergê di daxuyaniyê de xwedî leşkeran derket û amaje pê kir, cihê ku Ekîncî û hevalên wî lê seyran dikirin nêzî herêma leşkerî ye, leşkeran bi mebesta ku wêne neyên girtin, pêşî li rûdanên ku weke qeçaxiyê gefê li ewlehiya sînor dixwin bigirin, ''dengê xwe li wan kirine da ku ji herêmê dûr bikevin.'' Walîtiyê her wiha got piştî tevlîheviya bûyî leşkeran ji bo 'hişyariyê'' fîşek bi hewayê de berdane.