Walî û leşker ji bo AKP’ê dengan dixwazin

Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû tevî fermandarên leşkerî li taxa Erçekê ji bo Erdogan deng xwestin.

Rejîma AKP-MHP’ê ji tirsa ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de têk biçin, hemû derfetên xwe bi kar tînin û ji gel dengan dixwazin.

Piştî waliyê Şirnexê, niha jî waliyê Wanê ji bo ji AKP’ê re dengan bixwaze, li navçeyan digere. Waliyê Wanê û qeyûma şaredariya bajarê mezin ê Wanê Mûrat Zorlûoglû, tevî Korgeneral Salîh Karataş û Fermandarê Bajêr Tûggeneral Yavûz Ozfîdan, Mîdûrê gerînendetiya bajêr Mehmet Sûat Ekîncî û Fermandara Alaya Hidûd a 6’emîn Albay Şahîn Yenîlmez hatin taxa Erçekê ya Wanê.

DBP KIR HEDEF, PESNÊ ERDOGAN DA

Zorlûoglû rêveberiya şaredariya DBP’ê kir hedef û wisa dest bi axaftina xwe kir. Zorlûoglû xebatên şaredariya DBP’ê rexne kir û pesnê Erdogan da. Zorlûoglû li vê derê got ku, “Ji bo xizmetan em navbeynkar in. Xwediyê esas serokkomar Recep Tayyip Erdogan e. 24’ê Hezîranê ew ê ji bo Tirkiyeyê destpêkeke nû be. Piştî derbaskirina vê rojê, ew ê li pêş welatê me tu astengî nemîne û ew ê Tirkiye bibe hêzeke mezin a herêmê.”