Vîzyona AKP'ê ya li Erdîşê: Girtîgeh û cerdevanî

AKP li Erdîşê di karên xwe yên hilbijartinê de soz dide ku wê gundiyan bike cerdevan û girtîgeha ku tê çêkirin di demeke kurt de biqedîne.

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyên Bajarê Mezin ê Wanê û navçeyên wê, li her cihî bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. AKP û saziyên dewleta Tirk jî bi gefxwarinê karê hilbijartinê dimeşîne. AKP gefê li gel dixwe, eger dengê xwe bidin HDP'ê wê pereyê ji bo extiyaran, astengdaran û zarokan bê birîn; yên li ÎŞKÛR û qadên cemaweriyê dixebitin jî ji kar bên derxistin. Lê belê AKP li gel gef û zextên xwe jî encama dixwaze bi dest naxe.

Navçeya Erdîşê ya Wanê ku bi erdheja 2011'an re hilweşiya, piştî ku DBP di hilbijartinên xwecihî yên 2014'an de bi ser ket di nava 2 salan de ji nû ve ava bû. Hemû kolan û taxên wê hatin nûkirin û ava paqij gihaşt malan. Lê belê vê xizmeta DBP'ê rejîma AKP'ê aciz kir. AKP'ê bi rêya qeyûm dest danî ser şaredariyê, malên Şaredariya Erdîşê hemû firot û pêşkêşî AKP'iyan kir. Erdîş niha dişibe bajarokekî nifûsa xwe 200 hezar e.

AKP ku ji gel piştgiriyê nabîne, vê carê bi sozên trajîkomîk serî li gel dide. AKP sozê dide şêniyên Erdîşê ku eger deng bide wan wê cerdevaniyê bîne gundan û çekan bidin gundiyan. AKP a ku soza çekê dide gundan, li navenda Erdîşê jî sozê dide şêniyan ku wê di demeke kurt de girtîgeha niha çêdike temam bike.

Şêniyên Erdîşê ji van sozên AKP'ê yên dayina çekan û çêkirina girtîgehê gelekî bi hêrs e. Welatî dibêjin, AKP ji bilî mirin û girtîgehê soza tiştekî nade gelê Erdîşê û diyar dikin ku wê AKP'ê piştî 31'ê Adarê bikin partiyeke ku ji bilî tabelaya wê tiştekî wê li Erdîşê nîne.