Vejîn: Muxatabê projeya çareseriya demokratîk gelên Îranê ye

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku divê rejîma Îranê biguhere û got, "Dînamîk û hêza bingehîn a ku Îranê demokratîk bike jin û gelên Îranê ne."

Guhertinên girîng ên li Rojhilata Navîn rû didin, di mijara demokratîkkirina sîstemê de guhertinê li ser dewleta Îranê jî ferz dikin. Li pêşberî guhertinên rû didin û serhildanên gelan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan, rejîma Îranê ancax bi muxatabgirtina dînamîk û cihêrengiya navxweyî dikare xwe dest bi pêngaveke demokratîkbûnê bike û xwe ji kaos û krîzê rizgar bike.

Di pêvajoyeke wiha de PJAK û KODAR ku demeke dirêj e ji bo demokratîkbûna Îranê têdikoşin, ji bo çareseriya pirsgirêkan projeyeke çareseriyê ya hevpar pêşkêşî dewleta Îranê kirin. Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn projeya xwe ya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.

'ME PROJEYEKE KU DIKARE BERSIVÊ BIDE ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ÎRANÊ PÊŞKÊŞ KIR'

Vejîn destnîşan kir ku projeya wan a çareseriyê ji aliyê naverokê ve berfireh û girîng e û got, "Ev projeya ku me ji bo demokratîkbûna dewleta Îranê pêşkêş kir, ji aliyê naverokê ve ji projeyên me yên beriya niha hîn berfireh e.

Ji ber ku me di demeke wiha de pêşkêş kir, ji bo dewleta Îranê firsendek e ku karibe pirsgirêkên navxweyî û derve çareser bike. Mîna her projeya me, di vê projeyê de jî çareseriyeke ku hemû gelên Îranê digire nava xwe tê pêşkêşkirin. Pirsgirêkên navxweyî û derve yên rejîma Îranê bi rengekî zelal hatin diyarkirin û çareseriya pirsgirêkan jî qonax bi qonax hatin destnîşankirin."

DESTWERDANA DERVE JI BO GELÊN ÎRANÊ NE ÇARE YE

Vejîn da xuyakirin ku ji ber pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn, divê rejîma Îranê jî guhertinekê pêk bîne û wiha dewam kir: "Bêyî destwerdaneke ji derve, pêwîste vê yekê bi dînamîkên navxweyî bike. Ji ber ku destwerdaneke ji derve wê ji bo gelên Îranê nebe çareserî, berevajî wê pirsgirêkan girantir bike. Ev projeya me, bêyî destwerdana ji derve, çareseriya bi dînamîkên navxweyî esas digire."

JIN PÊŞENGIYÊ JI SERHILDANAN RE DIKIN

Hevseroka PJAK'ê Vejîn anî ziman ku li Îranê di nava hemû pirsgirêkan de ya herî girîng û çareserî jê re divê; pirsgirêka jinê ye û ev nirxandin kir: "Dema ku mirov bala xwe didin ser qadên têkoşînê, bi taybetî serhildanên ku nêzî salek in tên kirin, dibînin ku jin bi erka pêşengiyê radibin. Berxwedana li zindanan a li dijî êşkence, zext û zordariyê bi pêşengiya jinê tê kirin. Ji ber ku di nava sîstema heyî de ya herî zêde tê talankirin û ji nedîtî ve tên jin e. Ev pirsgirêk ne pirsgirêka kêmneteweyekê ye. Hem pirsgirêkeke neteweyî ye, hem jî pirsgirêka hemû gelên Îranê ye."

HEMÛ JINÊ LI ÎRANÊ DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku divê hemû jinên li Îranê bi hev re têbikoşin û got, "Girîng e jin pêşengiyê ji projeya me ya çareseriyê re bikin. Divê armanca jinan ew e be ku dewleta Îranê ji nava kaos û krîzê derxînin û pêşî li destwerdana ji derve bigirin. Jin dikarin pêşengiyê ji demokratîkbûna Îranê re bikin."

Hevseroka PJAK'ê Vejîn anî ziman, muxatabê esasî yê projeya wan a çareseriya demokratîk gelên Îranê ye û diyar kir, muxatabekî din jî rejîm û hikumeta Îranê ye.

BI DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK RE ZÎHNIYETA DEWLETÊ YA YEKPEREST DIKARE JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Vejîn da xuyakirin ku sedema pirsgirêkên navxweyî yên heyî, polîtîkayên şaş ên hikumetê ye û ji ber vê yekê divê hikumet çareseriyeke demokratîk biafirîne. Vejîn got, "Dema ku ev kir, lazim e deng û rengê hemû cudahiyên li Îranê esas bigire. Ji bo zîhniyeta dewleta tekparêz bê guhertin, pêwîstî bi guhertina destûra bingehîn heye."

Di dawiya axaftina xwe de Vejîn got, "Ji ber ku di destûra bingehîn de azadî û mafê cihêreng û jinan nayên naskirin. Çareserî; çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e ku hemû cihêreng, jin û ciwanan di nava xwe de vedihewîne.

Muxatabekî din jî mûxalîf, demokrat, sosyalîst û hemû hêzên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin e. Ji bo çareseriya pirsirêka Kurd wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê demokrat, welatparêz, sosyalîst û hêzên Kurdan. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê helwesteke hevpar nîşan bidin. Çawa ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriye û Rojhilata Navîn Kurd bi erka pêşengiyê radibin, ji bo demokratîkbûna Îranê jî divê bi rola pêşengiyê rabin."