Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Vejîn: Hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji her demê zêdetir amadene

Zîlan Vejîn: Eger hevdîtin û lihevgirina rejîma Îran û Tirkiye yê li ser esasê têk birina gelê Kurd be, helwêstê me jî wek berê nabe û eger şerek destpê bike wê kûrahî û dijwariya wê li şerê Qendîlê berfirehtir bibe.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) Zîlan Vejîn, di bernama vê heftê ya HÊLÎ3 ya Aryen Tv de, Şehîdê 14’ê Tîrmehê bibîr anî û sonda berdewam û pêkanîna armancê wan dubare kir.

Vejîn di destpêka axaftinê xwe de got: “Berxwdana dîrokî ya şehîdên zîndanê Amedê, îro dîsa bi berxwedana Lêyla Guven û zîndanê Evînê di kesayeta Şîrîn Elemhulî û Ferzad Kemange û hevrêyên wê derket holê.”

‘PJAK JI HER DEMÊ LI HERÊMÊ BI HÊZTIRE’

Hevseroka PJAK’ê Vejîn şehîdên destana Qendîlê bibîr anî û ev got: “Sala 2011 salek dîrokî bû ji bo gelê Kurd. Darbên pir giran li sipaha pasdaran ên Îranê ket û di encamê de rejîma dagirker a Îranê neçar ma gav paş ve bavêje. Rejîma faşîst a Tirkiye û hikûmeta despot a Îranê di pêvajoya şerê Qendîlê neghîştin ti hevgirtinek. Lê niha hewl didin li ser esasê dijayetî bi PJAK’ê re bighîjin tifaqekî. Lê divê baş bizanin rewşa me ya heyî li gorî 2011 bihêztire. Hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji her demê zêdetir û amadetir li Rojihilatê Kurdistanê de cih digrin.

‘LIHEVKIRINA ÎRAN Û TIRKIYE LI SER ESASTÊ TÊKBIRINA KURDAN BE, WÊ ŞEREK KÛR BÊ KIRIN’

Vejîn di berdewama nirxandinê xwe de hişyarî da rejîma dagirker a Îranê û di derbarê şerê dawî li navbera sipah û Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) û wiha pêde çû: “Ji sala 2011’an û şûn ve di navbera me û rejîma Îranê de agirbest hebû, lê dewleta Îranê ti car ev tişt pêk neanî û êrîşî hêzê me kir. Me ji bo çareser kirina pirsa Kurd sala derbas bûyî projeyek pêş kêş kir û niha jî em ser vê tiştê îsrar dikin. Eger hevdîtin û lihevgirina rejîma Îran û Tirkiye yê li ser esasê têk birina gelê Kurd be, helwêstê me jî wek berê nabe û eger şerek destpê bike wê kûrahî û dijwariya wê li şerê Qendîlê berfirehtir bibe. Nûnertiya îrada gelê Kurd yek ji eslê me yê bingehîne.”

‘EGER HÎZBEKÎ KURD JI BO AZADIYA HEMÛ KURDISTANÊ GAV NEAVÊJE, NIKARE BIBE RASTEQÎNEYA GELÊ KURD’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn têkildarî hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera hinek hizbên rojhilat û Îranê de jî wiha nirxand: “Divê li gor zeman û mekan pêngavê rast li gorî xwendinek rast li dîrokê were avêtin. Ger hizbek ji bo azadiya hemû Kurdistan pêngavên siyasî û pratîkî nevêje nikare bibe nûnerê rasteqîneyê gelê Kurd. Di pêvajoyek ku Ji her alî ve êrîşeke li dijî gelê Kurd ji aliyê dagirkeran ve tê kirin, di vê demê de têkîlyê dîplomatîk pêk tê. Lewaz kirina hizbên Rojhilatê Kurdistanê yek ji lingê esasî yê lihevkirinê di navbera Îran û Tirkiyê de ye. Têkîlyên bi vî rengî ne li ser esasê çareser kirina pirsgirêka gelê Kurd e belkû tenê ji bo vergirtina zanyarî li ser xalê lewaz yê wan partiyane.”

‘DIYAR XERÎB NÛNERÊ XETA YEKÎTIYA KURDAN E’

Vejîn li ser yekîtıya hizbên Rojhilatê Kurdistanê jî ev got: “Diyar Xerîb nûnerê xeta yekîtiya Kurdan e. Bi ava kirina yekîtî di navbera hizbên Rojhilatê Kurdistanê mirov dikare rêya Diyar Xerîb bedewam bike. Di rewşek wiha da ava kirina komîteyek hevbeş di navbera hizban wek komîteya dîplomasî, çalakiyên hevbeş û xebatê ragihandinê dikare bibe bersivek ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd li rojhilatê Kurdistanê. Nexşe rêya PJAK’ê projeyek stratejîk ku dikare wan pirsgirêka çareser bike.”

‘XWEDÎDERKETINA LI XETA ŞEHÎD HELMET TÊ WAYETA TÊKOŞÎNKIRINA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ’

Herî dawî Zîlan Vejîn di dawiya nirxandinê xwe de ev bang kir: “Xeleka tekoşîna gelê Kurd û tevgera azadîxwaza Apoyî roj bi roj berfirehtir dibe. Edî tekoşîna gelê Kurd a azadîxwaza di qonaxeke dîrokî de ye. Dagirker û nokerên Başûrê Kurdistanê bi hedef kirina Diyar Xerîb Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin hedef. Şehîd Helmet bi tekoşîna xwe hewl da xeta xiyanet û dagirkeryê di Kurdistanê de têk bibe. Xwedî derketina gelê Kurd li şehîd Helmet tê watayê bihêzbûna tekoşîna li beramberê dagirkerî û îxanetê.”