Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn

Rêxistina HDP'ê ya Amedê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'ê de hatibû revandin û qetilkirin, li ser gora wî bibîr anî.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û du roj bi şûn de cenazeyê wî li Maden a Xarpêtê hatibû dîtin, li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê bibîr anî. Parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren, malbata Aydin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û KOmeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakrine re (MEBYA-DER) tev li bîranî bûn.

Li vir ewilî Hevberdveka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîna xivî. Tekînê anî zimwan ku bi saya têkoşîna wan îro destkeftiyên wan di vê astê de ne û got: "Ez bejna xwe li ber bîrnaîna wî ditewînim."

Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn jî di şexsê Vedat Aydin de hemû kesên di rêya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: "Em ji ber ku gelek nrix afirandine, wan bi rêzdarî bibîr tînin."

Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren jî destnîşan kir ku dê israra wan a di têkoşîna demokrasiyê de ku Vedat Aydin daye destpêkirin, bidomînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Veysî Aydin, birayê Vedat Aydin jî got: "Vedat tim li ber xwe da, tim di nava têkoşînê de bûn û tawiz ji rola xwe ya pêşengtiyê neda."