'Vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan'

Komîteya 'Azadî ji bo Ocalan a Îran û Rojhilatê Kurdistanê' Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Divê azadîxwaz, alîgirên mafên mirovan, jin û hêzên demokrasiyê li ber vê zilmê bêdeng nemînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin."

Komîteya 'Azadî ji bo Ocalan a Îran û Rojhilatê Kurdistanê' ji ber salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Daxuyaniya bi sernavê ‘Vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ wiha ye:

“Em dikevin sala 25’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Apo ku 24 sal in dîl hatiye girtin. 24 sal in li dijî Rêber Apo êşkenceyek ne mirovî tê kirin. Bi vî rengî hewl didin hêviyê bidin şikandin û çokê bidin tewandin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de Tevger Azadiya Gelê Kurd tine bikin. Nekarî vê bikin. Berovajî, Tevgera Azad a Kurd bi hêztir bû, vê hêz û vîna xwe jî ji Îmraliyê digire.

Weke her salê îsal jî li her derê Kurdistan û cîhanê di salvegera 24’an a komployê de komplo û komploger tên şermezarkirin. Dengê fikir, raman û felsefeya wî sînor hemû derbas kiriye; bûye navenda herî zêde azadîxwaz a li cîhanê li hev kom dike. Niha îdeolojî û paradîgmaya wî komploger tengijandiye û li hemû kolanên cîhanê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tê qîrîn. Piştî 24 salan jî nekariya Îmrali û dîsa bi sîstema êşkenceyê Rêbertî îzole bikin. Îro ji her demê bêhtir dengê wî bihêztire, ti astengiyê nekariye pêşiya fikir û felsefeya Rêber Apo bigire. Niha li navenda hemû semîner, civîn û nîqaşan neçarin Ocalan bixwînin. Niha modernîteya sermayedarî, Gladyo, NATO, dagirkerên li iKurdistanê û hemû hêzên komploger ketine nava fikaran û bêçare mane.

Niha nikarin qala azadiya jinê, rêzgirtin û parastina jîngehê, azadiya gelan, mirovan, azadî, demokrasî, yeksanî û hwd. neken û Ocalan nexwînin. Ew niha bûye manîfestoya azadiyê. Bûye Premetos û ketiye ber xezeba dijminên azadî û serbestiyê.

Niha dema wê ye ku piştî 24 salan li ser derbasbûna komployê re, pêwîste her kes erkê xwe yê mirovî, exlaqî û azadîxwaziyê bi cih bîne. Dema wê ye ku jin, gelê azadîxwaz, alîgirên demokrasî û mafê miroavn, têkoşîna xwe fireh bikin. Hew vê zilmê qebûl bikin. Girtina Ocalan tê wateya, binpêkirina van hemû nirxan. Ocalan hemû temenê xwe ji bo azadî û maf derbas kiriye. Ji bo wê divê hemû azadîxwaz, alîgirên mafê mirovan, jin û hêzên demokrasiyê careke din li beramberî vê zilmê bêdeng nemînin, ji bo şermezarkirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin."