Vê carê polîsan li Dîlokê êşkence li kesekî kir
Vê carê polîsan li bendeke kontorlê ya ketina Dîlokê ciwanekî ku ji otobusê daxist êşkence kir.
Vê carê polîsan li bendeke kontorlê ya ketina Dîlokê ciwanekî ku ji otobusê daxist êşkence kir.
Li bendeke kontrolê ya polîsan a li ketina Dîlokê de ciwanekî ku bi fîmaya otobuseke ji Amedê rêwîstî dikir hate daxistin û ji aliyê polîsan ve hate êşkencekirin.
Di dîmenên li ser tevnên dijîtal hatin parvekirin de, ciwanê ku ji wesayîtê daxistine, bi zorê lêgerînê li ser dikin. Dema ku ciwanê tiştek li ser nehate dîtin û li ser nêzîkatiya li wî hate kirin nerazîbûn nîşanda, xwestin bi zorê li otobusê siwar bikin. Ciwanê ku li ber vê li ber xwe da, ji aliyê polîsan ve ji wesayîtê hate dûrxistin û têhna wî hate guvaştin û li erdê hate dirêjkirin.
Jinekeke ku di wan kêliyan de şahidî ji bûyerê re dikir, qêrîna wê tê bihîstin, rêwiyek din jî bi gotina; ‘Ev çi dikin? li zarokî dixin’ nerazîbûn nîşan da.
Di dîmenên mijara gotinê de têkildarî demê kişandina dîmen û dîsa agahiyên têkildarî nasnameya ciwanî agahî nayên dayîn.