Vanspor ji bo kana madenê pêşkêş kir

Seyîthan Îzsiz ê ji bo Serokatiya Vanspor FK hate hilbijartin, ji bo vê erkê bigire ser milê xwe, derket holê ku ji bo li Peyîzava destûra kana madenê bê dayîn erê kiriye. Şirîkê Îzsiz ê vî karî jî Çetîner Çetîn e.

Vanspor a li Tirkiyeyê di Lîga 2’emîn de têdikoşe, di kongreya xwe de piştî Seyîthan Îzsiz ê AKP’î bû serokê wê û ji qelemşorên AKP’ê Çetîner Çetîn ji bo rêveberiyê hate hilbijartin û şûnde, derket holê ku armanca wan kana madenê ya mermerê ye ku tê pilankirin wê li Peyîzava li qadek 40 hezar hektar bê vekirine. 

Kluba Futbolê ya Vanspor di Konreya 6’an a meha Tebaxê hate kirin, piştî nîqaşên demdirêj û şûnde ji bo seroaktiya wê Serokê Desteya Rêveber a Delta Holdîngê Seyîthan Îzsiz hate hilbijartin. Servet Yenîturk, Mehmet Avci, Veysel Urum, Abdulkadîr Çetîn, Mehmet Akin Dînçer, Adnan Bayram, Mehmetcan Yagar, Oktay Ûkay, Osman Halîtogûllari, Ozcan Kara, Çetîner Çetîn, Mehmet Yasîn Erturk, Serdar Kartal, Mujdat Çelîk, Orhan Yildirim, Levent Cankûrtaran, Hasan Aydînç, Dîkmen Kaya, Yavûz Kûşan û Ferhat Kiyat jî cih di rêveberiyê de girtin.

Servet Yenîturk ê dema serokê Vansporê bû, kulub kir deyndarê xwe û da îcrayê ji bo rêveberiyê hate hilbijartin. Dîsa yek ji navê ji bo rêveberiyê hate hilbijartin û ba kêş ji endamên medyaya MÎT’ê li Haberturkê kar dike, Çetîner Çetîn e. Serokê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû û parlementerên AKP’î jî li kongreyê bûn. Hate gotin ku Vanspor ‘Ciwan ji terorê dûr xistin, yekîtû û hevrebûn hatiye bihêzkirin’. Servet Yenîturk diyar kir ku Vanspor ji HDP’ê re bernedan.

Piştî hinek wext li ser kongreyê re derbas bû û şûnde rastî derketin holê. Seyîthan Îzsiz yê ji bo Serokatiya Kuluba Futbol a Vansporê hate hilbijartin û xwediyê Kargeha Maden a Delta ye, derket holê ku li Peyîzava xwe amade dike ku kana madenê derbixe. Li gorî agahiyên hatin girtin, Îzsiz ji bo AKP’iyên ku xwestine wî di kongreyê de namzet diyar bikin, şertê ku ‘ li Peyîzavayê destûra vekirina kana madenê bide’ daniye holê û gihiştiye armanca xwe. Îzsiz li gel Çetîner Çetîn ê ji bo endamtiya rêveberiyê hate hilbijartin, ji bo kana madenê ya pilandikin ji Wezareta Derdor û Bajarvaniyê (ÇED) rapor jî girtiye. Ji bo rapora ÇED’ê divê ji 11 saziyan destûr bê girtin, lê li Peyîzava ji bo vekirina kana madenê ya ku tê pilankirin li ser 40 hezar hektar erdî, rapora pêwîst a ÇED’ê di nava 2 mehan de hatiye amadekirin. Piştî destûrên hatin girtin, wê li Peyîzava di rojên pêşiya me de ji bo vekirina kaneke madenê ya nû, xebat destpê bikin.

Berî niha gundiyên Yûrttaşi ji ber kana mermer ku dihate xwestin li ser çêrgeha fermî ya gund ku berî 10 salan veguherandibû qada xizîneyê bê vekirin, welatî li dijî derketibûn. Li ser vê jenderme û çerdevanan êrîş kiribû û di encama gulereşandian leşkeran de hinek gundî birîndar bûbûn. Li ser nerazîbûna gundî û raya giştî xebatên kana madenê ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatibû rawestandin.