Tûtinfiroşên Semsûrî hatin destgîrkirin

Li Semsûrê, nêzî 50 tûtinfiroşên ku şertê 'belgeya erkdariyê' şermezar kirin, vê sibehê hatin destgîrkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê êrişî her beşa civakê dike. Tûtinfiroş dibêjin ku keda wan tê desteserkirin.

Li dijî qedexekirina firotina tûtinê bêyî 'belgeya erkdar' a Wezareta Daristan û Çandiniyê ya Tirk, li Semsûrê û navçeyên wê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Bi hinceta ku tevlî van çalakiyan bûne gelek tûtinfiroşt hatin destgîrkirin. Jendermeyan û polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda bajêr û navçeyan û 50 kes destgîr kirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Semsûrê û Fermandariya Jendermeyan a Bajêr. Her wiha li herêmên cuda yên bajêr leşkerên Tirk tevî wesayitên zirxî hatin bicihkirin.