Turnuvaya pîremêran bi serketina Tîma Qada Civakî bi dawî bû

Turnuvaya ku ji aliyê TCM’ê ya bi boneya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya pîremêran ku 4’ê Gulanê li Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi serketina Tîma Qada Civakî bi dawî bû.

Bi boneya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê ve turnuvayeke welatiyên bi temen bi tevlîbûna 8 tîman ên ji semt û saziyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî pêk dihat, 5’ê Gulanê destpêkiribû. Ev turnuva bi serkeftina tîma Qada Civakî bi dawî bû.

Ji roja destpêkê ya turnuvayê heta dawîbûnê gel di rêjeyeke jor de eleqeyeke mezin nîşan dan û bi coşeke mezin welatiyan piştgiriyeke mezin dan lîstikvanan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev turnuva piştî 18 salan cara duyeme tê lîstin. Ev jî kir ku welatiyên wargehê bi girseyî berê xwe bidin qada lîstikê û temaşeyî turnuvayê bike. Li qada lîstikê dîmenên pir balkêş û coş hatin tomarkirin.

Encamên turnuvayê wiha ne:

Tîma Şehîd Çîçek Botan 3-2 Tîma Şehîd Elîşêr bi ser ket.

Tîma Saziya Asayîşê 2 – 1 Tîma Semta Şehîd Xebat Dêrik

Tima Milîsan 4 -1 Semta Şehîd Rûbar Goyî

Tîma Qada Civakî 3 – 2 Tîma Semta Şehîd Rozerîn

Tura duyemîn a turnuvayê:

Tîma Milîsan 3-0 Tîma Asayîşê bir.

Tîma Qada Civakî 5-1 Tîma Semta Şehîd Çîçek Botan

Fînal

Tîma Qada Civakî 4-0 ji Tîma Milîsan bir.

Bi vê serketinê Tîma Qada Civakî bû yekemê turnuvayê.