Turk: Berdêla wê her çi jî be em ê bi ser bikevin!

Ahmet Turk li Newroza Amedê bang li sed hezaran mirovî kir û got, "berdêla wê her jî be em ê tim serbilind bin. Bila kesek nekeve şik û gumanan, li gel hemû zext û zordariyan, li gel polîtîkayên zilmê em ê bi ser bikevin.

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk li Newroza Amedê bang li sed hezaran kes kir  û got, ‘’Em baş dizanin ku hûn çi qas zilmê li ser vî gelî bikin jî ev gel serê xwe natewîne. Îro jî zilmeke mezin heye lê meydana Amedê bi coşbûna we dengê xwe digihîne dinyayê. Berxwedan û coşa we li ser çavan’’

‘BILA KES NEKEVE ŞIK Û GUMANAN’

‘’Îro çavê dinyayê li ser Newroza Amedê ye. Dinerin bê ka di Newroza Amedê de Kurd çi dixwazin. Em ê îro dengê xwe, daxwaza xwe ragihînin hemû dinyayê’’ Turk bi berdewamî got: ‘’Navê vê Newrozê ev e, Newroza ku em ê bi ser bikevin. Bila kesek nekeve şik û gumanan, li gel hemû zext û zordariyan, li gel polîtîkayên zilmê em ê bi ser bikevin. Bi vîn û baweriya xwe em ê biçin cihê ku em dixwazin bigihinê. Nikare were astengkirin.

Em pê dizanin ku weke birayekî we ku bi salan e di nav siyasetê de me, me gelek zilm û zordarî tîtin. Me 12’ê Îlonê dît, salên 90’î şewitandina gundan. Xwestin ku Kurdan bipirnisînin, bêdeng bikin. Lê têkoşîna me ya azadiyê weke gilokeke berfê her ku çû bi bawerî û xwedaneke mezin heta niha hat. Niha jî polîtîkayên zilmê berdewam dikin. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku her cure lîstik têne lîstin. Di vê demê de ku em Newroza 2017’an pîroz dikin, ji bo ku destkeftiyên Kurdan tine bikin, gelê Kurd li hemû Kurdistanê bi êrîşeke mezin re rû bi rû ye. Li Minbicê, li Babê ji bo ku siberoja Kurdan tarî bikin pir kêferatan dikin. Zext ti caran bi kêr nehatiye û ji niha û pê de jî wê bi kêr neyê.

Tenê bi diyalog û aqilê hevpar em dikarin çareser bikin. Li dinyayê mînakên wê hene. Li Kolombiya 200 hezar mirov mir lê dîsa jî bi aştiyê bi encam bû. Li Efrîka Başûr jî zext tenê bi aştî û diyalogê çareser bû. Em dibêjin dev ji polîtîkayên zext û zordariyê berdin. Dev ji wan polîtîkayên ku siberoja Kurdan tarî dikin berdin. Werin li dor ramanên Birêz Ocalan ku 2013’an diyar kirî aştî û diyalogê deynin. Ji vê pê ve ti rê nîn e.

‘FATOREYA ŞENGALÊ WÊ GIRAN BE’

Belê, gelên Tirkiyê dîbinin ku ev hişmendiya rêveberiyê, ev nîjatperestî wan ber bi kû ve dibe. Mirovên xwedî ûcdan li dijî vê hişmendiya rêveberiyê hêdî hêdî dengê xwe derdixin. Heke em yekîtiya xwe xurt nekin, bi aqilê hevpar kêşeyên xwe diyar nekin, bawer bikin ku li pêş dîrokê em ê berpirs bin. Heke hûn bixwazin li Şengalê, bixwazin siberoja gelê Şengalê ku baweriya gelê Kurd e tine bikin, fatoreya vê wê pir giran be. Em wan lîstikan dibînin ku dixwazin li Şengalê Kurdan bînin pêşberî hev, ên ku vê lîstikê dilîzin li pêş dîrokê wê mehkûm bibin.

BI SED HEZARAN KESÎ GOT ‘NA’

Piştî vê Newroza bêhempa 16’ê Nîsanê referandûm heye. Her kes dibêje, wê Kurd çi bibêjin ( dirûşmên ‘na’ berz bûn) Helbet ev referandûm tenê ji bo siberoja Kurdan na, ji bo hemû gelan girîng e. Ji bo Kurdan wateyeke wê ya dî heye. Îro hevserokên me girtî ne. Em ê ji wan re ku vê polîtîkayê bikin bibêjin ‘’Erê’’? (Li qadê gel bib ‘’na’yê bersiv da) Dest li ser şaredariyên me danîn, em ê bibêjin ‘erê?’’( gel bersiva ‘na’ da) Her wiha em ê ji hovîtiya Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnexê re bibêjin, ‘’erê’’? (gel bersiva ‘na’ da)

BERDÊLA WÊ HER ÇI JÎ BE

Ên ku siyasetmedarên Kurd  avêtin zindanan, ên ku bajarên Kurdistanê kavil kirin, hesbê wê li pêş dîrokê teqez hesab bidin. Lê ya ku li me dikeve helwesteke birûmet e. Ez bawer nakim ku ti Kurd rûmeta xwe binpê bike. Kurd teqez wê hesabê vê bipirsin. 2017 ji bo siberoja Kurdan girîng e. Saleke wiha ye ku wê guherîn veguherîn çêbibin. Ên ku dixwazin bi polîtîkayên asîmîlasyonê destkeftiyên Kurdan tê k bibin wê mehkûm biin. Divê em cît rawestin. Divê bêyî ku em tawîzan ji bawerî, azadî, siberoja xwe bidin têkoşîna xwe bidomînin. Berdêla wê her jî be divê em li ser piyan bin. Ez bi van hîsan Newroza Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, demokrat û mirovên xwedî ûcdan pîroz dikim Rêya we vekirî be. Ji bo têkoşîna azadiyê serketin.’