Tumer: Azadiya Ocalan temînata aştiyê ye

Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seher Tumer destnîşan kir, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temînata aştiyê ye û got, "Bi qasî Ocalan kes ji bo aştiyê hewl nade."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), ku partiya herî xurt a li Kurdistanê ye, bi kongreya xwe ya 9'ê Tîrmehê re dest bi pêvajoyeke nû kir. Hevseroka Giştî Sebahat Tûncel girtî ye û Hevserokê Giştî Mehmet Arslan jî di nava dema destpêkirina wezîfeya xwe de 2 caran hate binçavkirin. DBP'ê piştî kongreyê bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî, ber bi paşeroja azad be" dest bi civînên gel kir û di van civînan de piştgiriyeke mezin dît. Alîka Hevserokên Giştî yên DBP'ê ya ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Seher Tumer êrîşên li dijî partiya xwe, polîtîkaya qeyûman û kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

DEMA KU DEST BI KOMBÛNA XWE KIR, OPERASYON ZÊDE BÛN

Tumer anî ziman, li gorî kevneşopiya wan a siyasî her kongre tê wateya nûbûnê û diyar kir, bi derxistina dersan ji kêmasiyên xwe û amadekariya ji bo pêvajoyeke nû wan kongre pêk anîne.

Tumer da zanîn, ku piştî kongreyê de wan dest bi civînên gel kirine ku encamên wê ji gel re ragihînin û ji Colemêrg heta Îzmîrê li gelek bajaran civîn pêk anîne.

Tumer bal kişand ser binçavkirina hevserok û endamên partiya wan piştî kongreyê û wiha dewam kir: "Operasyonên di vê demê de li hemberî HDP'ê tên kirin, nû nînin. Pêvajoyeke ku bi salane dewam dike. Piştî kongreyê, ku partiyê xwe komî ser hev kir û dest bi civînên gel kir, xuya ye balkişand. Hevserokê me yê giştî Mehmet Arslan li Wanê hate binçavkirin û piştî demeke kin hate berdan. Eşkere bû ku ev binçavkirin ji bo tirsandin û çavtirsandinê bû. Ev ye ji xwe veguherî rewşeke ji rêzê. Me navber nedan civînan. Li Stenbol û Îzmîrê me civînên xwe pêk anî. Di sibeha civîna Enqereyê de Mehmet Arslan hate binçavkirin û çar rojan di binê çavan de ma. Civînên me yên gel ên li Edene, Dîlok û Amedê mabûn. Ev binçavkirin di heman demê de ji bo sabotekirina civînên me bû. Tevî her tiştî jî me bi gel re civînên xwe li dar xistin."

CIVÎNÊN GEL ERÊNÎ DERBAS BÛN

Tumer ragihand, sedema bingehîn a zexta li ser siyaseta Kurd, hewldana ji bo valakirina qada siyaseta demokratîk e û got, "Di şexsê me de dixwazin tevahiya mûxalefeta demokratîk tine bikin. Dixwazin bikin ku em nikaribin siyasetê bikin. Girtin ji ber vê yekê ye. Bi awayekî fermî nagirin, lê belê nava wê vala dikin. Bê bandor dikin. Bi tekkirinê re dixwazin mûxalefetê tine bikin. Di dema nêz de, ji sala 2009'an û vir ve bi deh hezaran rêveberên me hatin girtin. Lê belê em xwe digihînin gel. Tevî ku civînên me yên gel di demeke kin de pêk hatin jî gelekî erênî bûn."

BI RÊYA QEYÛM DIXWAZIN MEJIYÊ KOLEDARIYÊ FERZ BIKIN

Tumer, têkildarî desteserkirina şaredariyên wan bi destê qeyûman û bibîr xist, ku şaredariyên wan ên kku hema bêjin bi rêjeya 100 ji sedî bi dest xistin, hatine desteserkirin.

Tumer anî ziman, îdîayên 'xendek' û 'bend' ku ji bo desteserkirina şaredariyan weke hincet tên nîşandan, êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku îdîayên pûç in û xizmetên civakî, çandî, xizmetên ji bo jin û ciwanan ên şaredariyên xwe bi bîr xist. Tumer destnîşan kir, ku bi rêya qeyûman hewl tê dayin zîhniyeta koledariyê li ser civakê bê ferzkirin.

AZADIYA OCALAN DAXWAZA ME YA BINGEHÎN E

Di dewama axaftina xwe de Tumer bal kişand ser girîngiya kampanya "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pêr li Stenbolê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.

Tumer diyar kir, "Azadiya Ocalan temînata aştiyê ye" û got, tecrîdkirina mirovekî ku ji bo aştiyê hewl dide û projeyan diafirîne, windahiyeke mezin e. Tumer wiha dewam kir: "Eger armanceke dewletê ya ji bo aştî û azadiyê hebe, divê tecrîda li ser Ocalan rake. Divê pêşî lê veke. Bi qasî Ocalan mirovekî ku ji bo aştiyê hewl dide nîne. Derketina ji nava rewşa xitimandî ya li Rojhilata Navîn bi Ocalan dibe. Ji ber vê yekê divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan." Tumer destnîşan kir, ku azadiya Ocalan daxwaza wan a bingehîn e.