TUAY-DER: Êşkenceya li ser girtiyên siyasî zêdetir dibe

TUAY-DER'ê ragihand êşkenceya li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibe.

Komeleya Hevkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) têkilî binpêkirina mafan a li girtîgehên  Kurdistanê û Tirkiyê ya li ser rehîneyên siyasî daxuyaniyeke çapameniyê da. Hevsroka TUAY-DER'ê Elîh Haran daxuyanî da û got, ''Rêgezên dewleta hiqûqê nadin ber xwe, berpiryariya mîsogerkirina maf û azadiyê ji zikmakî ve, ku sedema hebûna hiqûqê ye, tê xwestin ku ji holê were rakirin.''
 
Haran got  binpêkirina mafan a li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û diyar kir, li Girtîgehên Baybûrt Tîpa M, ya Dîlokê Tîpa L'yê, li Gumuşxaneyê Tîpa E'yê û li Erzînganê Tîpa T'yê wan tespît kirine ku gelek maf têne binpêkirin.

Haran diyar kir divê demildest dawî li tehdeya li ser rehîneyên siyasî were û got gelek rehîneyên siyasî li erdê radikevin, ava germ li ser wan kêm dikin û seraqet bi ser koxuşên girtiyan de digirin.

Haran her wiha got dema ku rehîneyên siyasî radikin nexweşxaneyê an jî dadgehê, dema birîn û anînê de, dema hevdîtinê ya li gel malbatan qerdiyan girtiyan tacîz dikin.

Haran mînak da û got li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Dîlokê bi hinceta 'cezayê disîplînê' ev 2 sal in nahêlin ku rehîneyekî siyasî malbata xwe bibîne.

Haran her wiha ragihand li Erzînganê jî bi rengekî kêfî rehîneyên siyasî li hicreyê têne girtin û li Amedê jî êşkenceya cot kelemçeyê li girtiyan dikin.